Alîkarê Erdogan li ser Hekîm Luqman daxuyanî da

02-09-2024
Nîşan Cevdet Yilmaz Hekîm Luqman Stenbol Kuştin Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cevdet Yilmazê Alîkarê Recep Tayyîp Erdogan got ku pêwendiya kuştina Hekîm Luqman bi axaftina bi Kurdî re nîne.

Kesekî ji Dihokê yê bi navê Hekîm Luqman li Stenbolê bi kêrê hat kuştin.

Pismam û xizmên Hekîm Luqman ji Rûdawê re dabû zanîn ku ew ji ber axaftina bi Kurdî hatiye kuştin.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Cevdet Yilmaz got ku gotinên bi rengê “Karsazê Dihokî tenê ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkê axiviye hatiye kuştin” ne rast in û provokasyon in.

Li gorî Yilmaz, “Ti pirsgirêka wan bi wan kesan re nîne ku bi Kurdî diaxivin.”

Alîkarê Erdogan got, “Tirkî zimanê me yê fermî û hevpar e” û îdia kir ku hikûmeta wan qedexeyên li ser Kurdiyê rakirine.

“Em dê li dijî derkevin”

Cevdet Yilmaz di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir:

“Heke kesek tenê ji ber ku bi Kurdî axiviye rastî êrişê were em dê hemû li dijî vê derkevin û dê ji aliyê hiqûqî ve tiştê pêwîst were kirin.”

Yilmaz got, “Gumanbar welatiyekî me yê ji Êlihê ye. Li gorî lêkolînên destpêkê ti pêwendiya bûyerê bi axaftina bi Kurdî re nîne.”

Xizmên Hekîm: Sedem axaftina bi Kurdî ye

Divê were gotin ku li gorî daxuyaniyên şahidan 10-12 kesan êrişî Hekîm Luqman kiriye û sedem jî axaftina bi Kurdî ye.

Muhsîn Tewfîqê pismamê Hekîm Luqman ragihandibû:

“Hekîm bi telefonê li gel xizmên me yên Brîtanyayê diaxivî û ew hatin wekî bêjin kafir in û wan li me xist.

Ez bi Tirkî nizanim lê Hekîm dizanî, wî got ev heqaretê li me dikin. Paşê hemû hatin û wan êriş kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst