Konya - Gef li malbateke Kurd tê xwarin û agir bi kadîna wan ket

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Konya Malbata Kurd Erol Şan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Konyayê yê Tirkiyê, kadîna malbateke Kurd şewitî û endamekî wê got, “Grûpeke Tirk gef li me xwar û wan gotiye dê me jî wekî malbata Dedeogullariyan bikom bikujin.”

Li gor Ajansa Mezopotamyayê, bûyer şeva borî li gundê Saraçogluyê yê bajarokê Karatayê yê Konyayê çêbûye.

Malbata Kurd ji nişka ve dîtiye ku agir bi kadîna wan ketiye û agir beşeke male jî şewitandiye.

Malbata Şan a ku kadîna wan şewitiye dibêje, berê grûpeke Tirk gef li wan xwariye.

Erol Şanê ku endamekî wê malbata Kurd e got: “Guman heye ku H.A. û M.E.A. ew kar kiribin. Ji ber ku berê wan gef li me xwar û got: ''Em dê wekî malbata Dedeogullariyan we jî bikujin.”

Li gor Erol Şan, 160 ton ka şewitiye û agir zerar gihandiye beşeke mala wan jî.

Erol Şan diyar kir ku şer û nakokiya navbera wan li ser wê yekê ye ku ew her du kes deyndarê kurê wî ne, deynên xwe nedane û wan mijar xistiye qalibekî nîjadperestî.

“Em dixwazin bi rêya asayî pirsê çareser bikin”

Malbata Kurd da zanîn ku hewl didin bi rêya asayîşê mijarê çareser bikin lê nizanin bê ma tiştek ji bo wan tê kirin an na.

Heta niha ti belgeyeke tam bi dest neketiye ka gelo wê grûpê kadîn şewitandiye yan na.

Berê çend caran alozî di navbera malbata Şanan û wê grûpê de çêbûye.

Li aliyê din, malbata Şanan sala 2021ê rastî êrişê hatibû. 

Bûyera Komkujiya Malbata Dedeogullariyan

Di 12ê Gulana 2021ê de hejmarek nijadperestên Tirk ên cîranê malbata Dedeogullariyan êrîşî malbatê kiribû û endamên malbatê birîndar kiribûn.

Piştî êrîşa 12ê Gulana 2021ê kujerê bi navê Mehmet Altun roja 30ê Tîrmeha 2021ê li navçeya Meramê ya Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn.

Mehmet Altun, 7 endamên malbatê kuştibûn û agir berdabû xaniyê wan.

Malbata Dedeogullariyan, beriya 30 salî ji Qersê çûbe Konyayê û 15 salan li navçeya Meramê bicîh bûbûn.

Li gor gotina wan 15 salan bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve heqaret li wan dihate kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst