Embarê genimê cotkarekî wernegirt: Genimê xwe li ber deriyê AK Partiyê rijand

13-08-2023
RÛDAW
Nîşan Konya Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Konyayê ya Tirkiyeyê cotkarekî piştî ku embarê genimê wî wernegirt, barhelgirek genim bir û li ber deriyê avahiya AK Partiyê rijand.

Cotkarê bi navê Harûn Su, roja şemiyê xwestiye genimê xwe yê îsal bifiroşe embar/sayloyê lê embarê genimê wî wernegirtiye.

Sedema wernegirtina genimê cotkar jî heta niha nayê zanîn.

Harûn Su barhilgirek genim bir û li ber deriyê avahiya rêxistina AK Partiyê ya navçeya Doganhîsarê rijand.

Harûn Su li wir rêveberiya çandiniyê şermezar kir.

Herwiha gotiye, “Li cihê piştgiriyê bidin, astengiyê ji cotkaran re derdixin.”

“Ez hawar dikim û behsa wê pirsgirêkê dikim”

Harûn Su li ser çalakiya xwe anî ziman:

“Ez ji doh ve hawar dikim û behsa wê pirsgirêkê dikim lê ti rayedarek û ti parlementerekî AK Partiyê nehatiye û li ser vê yekê daxuyaniyek nedaye.

Ez di wê baweriyê de me ku agahiya Birêz Recep Tayyîp Erdogan ji vê yekê nîne, nizane cotkar ketine nav çi perîşaniyê û nizane niha embar genim ji cotkaran wernagirin.”

Harûn Su dibêje ew dê li dijî wan kiryarên sayloyê û helwesta Wezareta Çandiniyê çalakiyên xwe bidomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst