DEM Partî dest bi nobetê dike: ‘Ev tola 31ê Adarê ye’

03-06-2024
Nîşan Şaredariya Colemêrgê Qeyûm DEM Partî Nobet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand ku dê DEM Partî li ber hemû hemû şaredariyan dest bi çalakiya nobetê bike.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê, Havşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji erkê xwe hatiye dûrxistin û Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûmê Colemêrgê hatiye erkdarkirin.

“Divê her kes dengê xwe derxe”

Serokwekîla Koma Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser mijara tayînkirina qeyûm axivî û wê got, “Divê her kes dengê xwe derxe.”

“Ev tola 31ê Adarê ye”

Gulistan Kiliç Koçyîgît amaje bi serkeftina DEM Partiyê ya di hilbijartinên 31ê Adarê de da û berdewam kir:

“Gelê Kurd 31ê Adarê qeyûmên talanker, xespker û derbekar avêtin selikên gilêşê yên dîrokê.

Ev, yek ji encamên herî girîng ên hilbijartinên 31ê Adarê bû.

Desthilatê bi biryara qeyûm re dest pê kir ku heyfa 31ê adarê ji şaredariyên me bistîne.

Berê we li Wanê xefk û davik li ber hevserokê me danîn û we mazbataya wî nedayê.

Gelê Wanê li vîna xwe xwedî derket û şaredariya xwe dîsa stand.

Doh jî xelkê Curnê Reş di hilbijartinên ku we bi dek û dolaban dubare kirin de careke din got DEM Partî.

Hema bêje dengên DEM Partiyê 10 qetan zêde bûn.

Gelê me li Curnê Reş dersek da fêlbazan, li îradeya xwe xwedî derket û bersiva herî xweş da we.”

“Pişta gelê Colemêrgê bigirin”

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku divê her kes li vîna gelê Colemêrgê xwedî derkeve û pê de çû:

“Divê raya giştî ya demokratîk bi awayê herî xurt berteka xwe nîşan bide.

Divê her kesê ku dilê wî bi demokrasiyê re ye li hemberî vê bêhiqûqiya qeyûm dengê xwe derxe û nîşan bide ku li kêleka gelê Colemergê ye.

Ku em li Colemêrgê destûrê bidin wan em nizanin dê dawiya vî karî heta bi kû derê here.

Em bangî hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî vê bêhiqûqiyê derkevin û pişta gelê Colemêrgê bigirin.”

“Nobet dest pê dike”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand dê DEM Partî li ber hemû hemû şaredariyan dest bi çalakiya nobetê bike û got:

“Em îro ji bo parastina şaredariyên xwe dest bi çalakiya nobetê dikin.

Em bangî gelê xwe dikin ku piştgiriyê bide van nobetan.

Em dê îro saet 18:00an li Şîşhaneya Stenbolê çalakiyekê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst