Babacan: Li gelek malan welatî di navbera xwe de bi Kurdî diaxivin

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya DEVA Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan di bersiva pirsekê de got, “Li gelek malan welatiyên me di navbera xwe de li malê bi Kurdî diaxivin, em nikarin vê rastiyê wek ku tune ye bihesibînin.”

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan di bernameyeke taybet de bersiva pirsên xwendekaran da derbarê zimanê Kurdî, pêwîstiya guhertina xala welatîbûna Tirkiyê ya di Destûra Bingehîn de kir.

Babacan di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya zimanê Kurdî û got, “Li gelek malan welatiyên me di navbera xwe de li malê bi Kurdî diaxivin. Em nikarin vê rastiyê wek ku tuneye bihesibînin. Ev mafe. Dersa bijarde tişteke dine. Em li vir behsa zimaneke biyanî nakin, em nikarin Kurdî wek ingilîzî û Fransî binirxînin, ev zimanê dayîkê ye, em behsa zimê dûwem yê ku herî zêde li Tirkiyê pê tê axaftin dikin, ev tişteke dine. Nabe perwerda wê wek zimanê biyanî be.”

Serokê Partiya DEVA Alî Babacan ku di nav Hevpeymaniya Millet de cih digre di bersiva pirsan behsa pêwîstiya guhertina hinek xalên Destûra Bingehîn kir û dibêje divê xala hemwelatîbûna Tirkiyê ji nûve were sererastkirin û got, “Di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê de belgenameyên referans hene, di belgenameyên referans ên mafên bingehîn de çi hebe divê em rêzê lê bigirin. Ji ber ev mafê welatiyê Komara Tirkiyê yê xwezayî ye. We got pênaseya hemwelatîbûnê; Di Destûra Bingehîn ya niha de pênaseya hemwelatîbûnê gelek teng e û hinek aliyan digire beramberî xwe. Di Destûra Bingehîn ya niha de li nêzîkî 40 cihan gotina Tirk û Tirkîtî derbas dibe. Lê derbarê pênaseya hemwelatîbûnê de pêwîstiya me bi Destûreke Bingehîn ya berfirehtir û hemû aliyan bigre nav xwe heye. Di vê pênaseyeke me ya wisa hebe; kî bixwîne bêje belê ez welatiyê Tirkiyê me û lê xwe dî derkeve.”

Babacan anî ziman, “Her wiha divê vê bi hestek bi hêz bîne ziman. Lê ger bi hevokên ku we danîn hûn beşek ji welatiyên xwe wek ku tunene bihesibînin, ger di serê welatiyekê de pirsa aya ev Destûra Bingehîn min digre nav xwe yan na? çêbû, wî demî hûn zerera herî mezin digihînin yekîtî û yekbûna vî welatî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst