Ji ber nebûna xizmeta Kurdî îsyan kiribû: Memdûh Çalişan hat berdan

20-02-2024
Nîşan Balafirgeha Stenbolê Memdûh Çalişan Kurdî Dayîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Memdûh Çalişanê ku ji ber nebûna xizmeta Kurdî îsyan kiribû hat berdan.

Dayîka Memdûh Çalişan a pîr ji ber ku bi Tirkî nizanîbû li Balafirgeha Stenbolê derdora du saet û nîvan hatibû rawestandin.

Memdûh Çalişan piştre vîdeoyek belav kiribû û îsyanî vê rewşê kiribû.

Parêzgariya Stenbolê daxuyaniyek û hinek dîmen belav kiribûn ku pêywirdaran xizmet daye dêya wî.

Lê Memdûh Çalişan ne ji ber xizmetên giştî, ji ber ku li Balafirgeha Stenbolê xizmeta bi Kurdî nîne û kesên ku bi Kurdî nizanin mexdûr dibin, ew berteka xurt nîşan dabû.

Memdûh Çalişan, piştre bi hinceta ku “propaganda li dijî dewletê kiriye” hatibû desteserkirin.

Memdûh Çalişan şevê din, derengê şevê hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst