Rapirsî: Hevpeymaniya Cumhur ji sedî 4.5 li pêşiya Hevpeymniya Millet e

03-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Hevpeymaniya Cunhur Hevpeymaniya Milet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Damezrînerê Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a Metropoll Ozer Sancar ragihand, rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur a desthilatê ji sedî 42.1 û rêjeya dengên Hevpeymaniya Millet a opozîsyonê jî ji sedî 37.6 e. Bi vê yekê jî bi rêjeya 4.5 ferq di navebera herdû aliyan de heye.

Di 14ê Gulanê de xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bo hilbijartineke dîrokî diçin ser sindoqan.

Di demekê de ku 41 roj bo wan hibijartinan mane kompanyayên rapirsiyan jî berdewam pêşbiniyên xwe yên derbarê wan hilbijartinan de bi rêya rapirsiyan belav dikin.

 Serokê Kompanyaya Rapirsî û Lêkolînan a Metropoll Ozer Sancar îro Dûşemê 3ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî  encamên rapirsiya dawî ya kompanyaya xwe belav kirin, ku di navbera 11-14ê Adara 2023an de hatiye kirin.

Sancar ragihand li gor wê rapirsiya wan a meha borî rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur ku ji partiyên desthilatê yên AK PArtî û Partiya Tevgera Netewperest (MHP) pêktên ji sedî 42.1 e û rêjeya dengên Hevpeymaniya Millet a bi serkêşiya Partiya Gel a  Komarî (CHP) jî ji sedî 37.6 e ku ji 6 partiyên opozîsyonê pêktê.

Bi vê yekê jî di navbera herdû aliyên sereke yên hilbijartina Tirkiyê de bi rêjeya ji sedî 4.5 ferq heye.

Ev di demekê de ye di rojên dawî de piraniya rapirsiyên din de jî Hevpeymaniya Millet û berbijêrê wê Kemal Kiliçdaroglu li pêşiya Hevpeymaniya Cumhur û berbijêrê wê yê postê Serokkomariyê Recep Tayîp Erodgan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst