Hilbijartin hatin dubarekirin: Hevjîna wî bû namzed

02-06-2024
Nîşan Karabuk Muxtarî Hevjîn Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Karabukê ya Tirkiyeyê piştî ku muxtariya Fahrî Bostanci hat betalkirin hevjîna wî bû namzed.

31ê Adarê li Tirkiyeyê hilbijartinên şaredarî û muxtariyê hatin kirin.

Li Taxa Aydinlikevlerê ya Karabukê Fahrî Bostanci (57) 566 ra standin û bû yekem.

Piştî îtiraza namzedên din derket holê ku mafê wî nîne ku bibe namzed û hilbijartin hatin betalkirin.

Li Taxa Aydinlikevlerê hilbijartin îro tên dubarekirin lê ji dêlva Fahrî Bostanci ve hevjîna wî Aysun Bostanci (50) bûye namzed.

Bi tevahî 4 namzedên muxtariyê hene, şêniyên taxê ji saet 08:00an ve diçin ser sindoqan û dê heta saet 17:00an karibin dengê xwe bidin.

Li taxê bi tevahî mafên dengdanê yê 2 hezar û 110 kesan heye û 6 sindoq hatine danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst