DEM Partiyê namzedê xwe yê Îzmîtê vekişand: Dê piştgiriyê bide mixalefetê

27-02-2024
Nîşan Îzmît DEM Partî Namzed CHP Vekişîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê namzedê xwe yê şaredariya Îzmîtê, Parêzer Gencer Demîrkaya vekişand.

DEM Partiyê ragihand ku ew dê di hilbijartina 31ê Adarê de piştgiriyê bidin namzeda CHPyê Fatma Kaplan Hurriyetê.

Piştî ku CHPyê li Îzmîtê namzediya Fatma Kaplan Hurriyetê eşkere kir, DEM Partiyê namzedê xwe vekişand.

HDPyê di hilbijartinên xwecihî yên 2019an de li Îzmîtê namzed dernexist û piştgirî da namzeda CHPyê Fatma Kaplan Hurriyetê.

DEM Partiyê ragihandibû ku dê îsal bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê bibin.

Piştî hevdîtinên di nav partiyê de, DEM Partiyê parêzer Gencer Demîrkaya ji bo Şaredariya Îzmîtê wekî namzed destnîşan kir.

Şaredara niha ya Îzmîtê Fatma Kaplan Hurriyetê piştî nîqaşên di nava partiya xwe de gotibû ew careke din nabe namzed lê piştre ragihand ku ew dîsa namzed e.

DEM Partiyê Îzmît jî di nav de li li 8 navçe û parêzgeha Kocaeliyê namzedên xwe destnîşan kiribûn.

Lê piştî biryara Fatma Kaplan Hurriyetê ragihand ku ew namzedê xwe yê Îzmîtê vedikişîne.

“Me ji bo mixalefet winda neke ev biryar da”

Serokê Rêxistina DEM Partiyê ya Kocaeliyê Nûrî Tan li ser vê biryara partiya xwe ji rojnameyên Tirkiyeyê re axivî û got:

"Namzedê me yê Îzmîtê vikişiya. Em naxwazin bi mixalefetê bidin windakirin. Me ji bo mixalefet winda neke ev biryar da.

Daxwaza namzedême yê Îzmîtê jî wiha bû. Ew bi tevahî encama nirxandina me ya di çarçoveya lihevkirina bajaran de ye."

“Îdia ne rast in”

Hinek kesan piştî vê biryara DEM Partiyê angaşt kiribû ku di navbera CHP û DEM Partiyê de hinek bazar hene.

Nûrî Tan derbarê van îdiayan jî got, "Gotegotên ku qaşo li hemberî vê biryarê dê endamên DEM Partiyê di şaredariyê de cih bigirin ne rast in."

Navê xwe li ser mûşekê nivîsîbû

Divê were gotin, dema ku Tirkiyeyê êrişî Efrînê dikir Fatma Kaplan Hurriyetê navê xwe li ser mûşekekê nivîsîbû ku dê Efrînê bike hedef.

Piştî ku ev dîmen li ser torên civakî hatin belavkirin xelkê bertekeke zêde nîşanî vê biryara DEM Partiyê da.

“Ev wêne ji hemû kursiyên siyasetê binirxtir e”

Fatma Kaplan Hurriyetê wê demê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê mûşeka ku navê wê li serê bû belav kiribû û gotibû:

 “Vî wêneyî ez giriyandim. Di jiyana xwe de ez qet hewqasî hestyar nebûme û min şanazî bi xwe nekiriye.

Ev wêne ji hemû kursiyên siyasetê binirxtir e. Destkefta herî mezin a siyasetê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst