Erdogan û Serokê CHPyê civiyan

02-05-2024
RÛDAW
Nîşan CHP AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê CHPyê li Navenda Giştî ya AK Partiyê civiyan.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mustafa Elîtaş Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel pêşwazî kir.

Civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ji rojnamegeran re girtîbû.

Herwiha Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê Namik Tan û Mustafa Elîtaş di dema destpêka hevdîtina Erdogan û Ozel de amade bûn.

Civîna Erdogan û Ozel saetek û 35 deqîqeyan bwedewam kir.

Di dema civînê de ji bo konferansa rojnamegeriyê maseyek hat dîtin lê piştî bidawîbûna civînê mase hat rakirin.

Rojnamegeran piştî civînê gelek pirs ji Ozgur Ozel kir lê Ozgur Ozel ji wan re neaxivî û derbasî Navenda Giştî ya CHPyê bû.

Heta niha AK Partiyê û CHPyê li ser civînê ti daxuyanî nedane.

Erdogan û Ozgur Ozel ji bo pîrozkirina Cejna Remezanê bi telefonê axivîbûn.

Herî dawî di resepsiyona 23yê Nîsanê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de jî Erdogan û Ozel li ser pêyan axivîbûn û biryar dabûn ku bicivin.

Serokên CHP û AK Partiyê herî dawî sala 2006an civiyabûn.

Ozgur Ozel, beriya civînê ji medyaya Tirkiyeyê re gotibû ku ew dê bi Erdogan bicive û bibîne ka hêviya wan zêdekirina aloziyan e yan diyalog e.

Erdogan jî beriya niha ragihandibû ku ew dixwazin destûreke nû binivîsin û daxwaza piştgiriyê ji mixalefetê kiribû.

Li aliyê din Ozel, doh bi telefonê bi serokên berê yên CHPyê Hîkmet Çetin, Altan Oymen, Murat Karayalçin û Kemal Kiliçdaroglu re axivîbû û pêşniyarên wan wergirtibû.

Ozgur Ozel herwiha pêşniyarên endamên rêveberiya CHPyê, parlamenter û şaredaran jî ji bo naveroka hevdîtinê wergirtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst