Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina yekemîn a Doza “Çeteya Yenidoganê” roja îro dest pê kir û dê sibe berdewam bike.
Rûniştina “Çeteya Yenîdoganê” ku tê îdiakirin rojane 8 hezar lîre ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) wergirin pitikên nû ji dayîk bûne di beşa çavdêriya hûr de girtine û bûne sedema mirina wan li Dadgeha 22yemîn a Cezayê Girana a Bakirkoyê dest pê kir.
Di dozê de 22 jê girtî 47 tohmetbar bi îdiaya kuştina pitikan têne darizandin.
Di rûniştina îro de îfadeya girtiyê bi navê Hakan Dogukan Taşçi hat wergirtin.
Îfadeya Taşçi 4 demjimêran berdewam kir.
Taşçi di îfadeya xwe de got, “Firsat Sari ji nexweşxan komîsyon werdigirt û me derman firotin wan.
Dema zarokek mir, min gilî tomar kir lê tişta pêwîst nehat kirin. Ez tohmetên li ser xwe qebûl nakim.”
Rûniştina roja îro bi dawî bû û doz dê roja sibe demjimêr 10:00 careke din dest pê bike.
Parêzeran nerazîbûn nîşanî helwesta dadgehê da û bangî hevpîşeyên xwe kirin da ku dozê bişopînin.
Parêzer Dogan Zafer Çingî got:
“Piştî ku em derbasî hindur bûn, dadgehê daxwazên beşdariya dozê wergirtin. Di encama serlêdanan de, di serî Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û Baroya Stenbolê hemû daxwazên beşdarbûna baroyên bajaran û saziyan hatin redkirin.
Piştî ku hat redkirin dozê dest pê kir û niha berdewam dike. Rûniştina dozê dê nêzîkî 5 rojan berdewam bike.
Em bangî hemû hevpîşeyên xwe dikin, niha yek ji girîngtirîn dozên dîroka komarê li Dadgeha 22emîn a Cezayê Giran a Bakirkoyê tê kirin.
Di serî de em parêzer, divê em vê dozê bişopînin û li dijî kiryarên neyasayî tedbîrên pêwîst wergirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse