CHP û DEM Partiyê daxuyaniya hevbeş îmze nekir: AK Partî aciz e

25-12-2023
RÛDAW
Nîşan CHP DEM Partî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karvedanên kuştina 12 leşkerên Tirkiyeyê ji aliyê PKKyê ve berdewam in.

Piştî ku 22 û 23ê Kanûna Pêşînê 12 leşkerên artêşa Tirkiyeyê li herêma “Operasyona Pence*Kilîdê” hatin kuştin, roja 24ê Kanûna Pêşînê ev mijar ket rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê jî.

Partiya deshilatê AK Partiyê li dijî wan kuştinan daxuyaniyeke şermezarkirinê belav kir û ji hemû partiyan xwest ku îmze bikin.

Partiyên mixalefetê CHP û DEM Partiyê ew daxuyanî îmze nekir.

Serokê CHPyê li ser sedema îmzenekirina wê daxuyaniyê helwesta partiya xwe eşkere kir.

“Li malên feqîran alayên mezin bilind dikin”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel anî ziman:

“20 sal in Partiya Dad û Geşepêdanê vê yekê tîne serê vî welatî. Dema hatin salê 3 şehîdên me hebûn. Niha di şevekê de 6 şehîd û roja piştî wê 6 şehîdên din. Em şehîdan didin.

Li malên feqîran ên bêsiwax, kelpîç, bêcam û pencere alayên mezin bilind dikin. Piştre li parlamentoyê belavok tê îmzekirin.

Piştre serokkomar destekî xwe datîne ser tabûta şehîdê me û mîkrofonê dixe destê din û siyasetê dike.

Piştre kes nema behs dike heta şehîdekî din tê. Ez û em êdî ne li vir in. Eger bi îmzekirina belavokê şehîd neyên, ez dê rojê 5 hezar belavokan îmze bikim.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li dijî helwêsta CHPyê daxuyaniyeke tund da û li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê nivîsî:

“Helwêsta Serokê CHPyê Ozgur Ozel a danîna mercan ji bo îmzekirina belavoka şermezarkirina terorê ku ji aliyê partiyan ve di parlamentoyê de tê îmzekirin, helwesteke cihê şermê ye.

Rêveberiya CHPyê, li şûna ku di bin banê parlamentoyê de li kêleka Mehmetçîkan be û terora PKKyê şermezar bike, bi hincetan li pey hesabên cuda dibeze.

Ev helwêsta rêveberiya CHPyê, di mijara tezkereyan de ku ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê pêwîst in, berdewamiya bêserûberiyeke siyasî ye.”

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku ew belavok îmze nekiriye dibêje, ji bo dawî li kuştina ciwanan bê divê Pirsa Kurd were çareserkirin.

"Heta Pirsa Kurd çareser nebe li vî welatî şîn bi dawî nabin"

Serokwekîlê fraksiyona DEM Partiyê Saruhan Oluç di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de bangî hemû partiyên siyasî kir ku ji bo çareserkirina Pirsa Kurd gavan biavêjin û got:

“Heta Pirsa Kurd çareser nebe li vî welatî taziye û şîn bi dawî nabin.”

Serokwekîlê fraksiyona DEM Partiyê Saruhan Oluç herwiha anî ziman:

“Em vê yekê careke din ji hemû partiyan pêşniyar re dikin, tenê bila em bi hev re ji bo çareserkirina Pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane gavan bavêjin, ji bo avêtina van gavan em zemîn û çanda polîtîk pêş bixin.

Heta ku ev yek nebe mixabin di vê parlamentoyê de em dê wekî her car, şînê dayînin û biçin taziyeyên hev, ji taziyeyan wêdetir naçe.

Lewra em careke din ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane banga xwe dubare dikin. Ji ber vê yekê jî em belavoka hevbeş îmze nakin.”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, di vê operasyonê de 841 gerîlayan canê xwe ji dest daye û 123 leşkerên wan hatine kuştin.

Li gorî HPGyê jî 3 hezar û 60 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û 400 gerîlayî canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst