Cîgirê Serokê Kompanyaya HKNyê: Cîhan êdî bi taybetî Herêma Kurdistanê dişopîne

06-10-2023
Matthew Zeiss / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Matthew Zeiss / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan îgirê Serokê Kompanyaya HKNyê Matthew Zeiss Herêma Kurdistanê Petrol Hinartin Bexda
A+ A-

Cîgirê Serokê Kompanyaya HKNyê Matthew Zeiss ku demekê cîgirê alîkarê wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, rewşa niha ku ji ber rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê derketiye holê, "Ji bo hemî aliyan rewşa windakirin-windakirinê ye."

Matthew Zeiss da zanîn Îraq, Tirkiyê û şirket jî di nav de divê ji hemû aliyan re "çareseriyeke serketin-serketinê were dîtin."

Matthew Zeiss pê de çû, "Em hemû bi hev re mehê 1 milyar dolarî xisar dikin. Me heta niha 5 mîlyar dolar ji dest daye. Ev jî ku tu meyzînî, ji wê tibaba pereyên ku dadgeha navbeynkariyê diyar kiriye, zêdetir e."

Matthew Zeiss, di navbera salên 2017-2019an de berpirsê dosyeya Îraq û Kurdan li Koşka Spî û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Enerjiya Amerîkayê di navbera salên 2019-2021an de bû, niha jî Cîgirê Serokê Kompanyaya HKNê ya Amerîkî ye ku di warê enerjiyê de dixebite.

Rûdawê roja 27ê Îlona 2023yan li Hewlêrê, hevpeyvîneke taybet ligel Cîgirê Serokê Şirketa HKNyê Matthew Zeiss kir û Zeiss tê de geşbîniya xwe bi destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê nîşan da û biland:

"Di dawiyê de, rastiya aborî dê bi ser bikeve û li gorî min dema ku borî werin vekirin, dê hestek hebe ku divê çareseriyeke bazirganî were dîtin." Di heman demê de dibêje ku ew ne amade ne bi 6 dolaran ji bo her bermîlekê dest bi berhemanîn û şandina neftê bi rêya boriya neftê bikin bi tu hawî nabe."

Matthew Zeiss werwiha got, "Kompanyayên biyanî yên Îraqê ku heman girêbestên wan ên wekî yên me ji bo dîtin û derxistina petrolê hene, girêbestên ku wan li wir hene, pir dişibin girêbestên me yên li Herêma Kurdistanê lê ew li wir her çar mehan carekê lîsteya xerciyên xwe ji Wezareta Petrolê re dişînin û xerciyên xwe yên tevahî ji bo berhemanîna xwe werdigirin.

Tibaba ku ew werdigirin di navbera 30 ta 45 dolaran de ye. Ji ber vê yekê, tiştê ku me ji hikûmeta Îraqê re gotiye ew e ka çima hûn bi me re jî bi wekhevî tevnagerin, wekî tevgera ku hûn bi şirketên xwe yên biyanî re dikin.”

Wekî ku Matthew Zeiss da zanîn, Kompanyaya HKNyê mezintirîn kompanyaya Amerîkî ya li Îraqê ye û şirketa wan li gel du kompanyayên din ên Amerîkî, mezintirîn hilberîn li Herêma Kurdistanê bi tibaba 5 milyar dolaran kiriye lê niha ji sedî 50î ji karmendên xwe şandine mal ku "rêjeya karmendên me ji sedî 76 şêniyên hundir û Kurdên Îraqê bûn."

Matthew Zeiss diyar kir ku şirketa wan û şirketên din ên biyanî yên neftê "Dema me biryar da ku em li vir, li Herêma Kurdistana Îraqê veberhênan û karsaziyê bikin, ev biryar piştî şiroveyeke pir bi baldarî û dûrdirêj a rewşa qanûnî bû."

Herwiha got ku, dîtin û berhemanîna petrolê deriyê pêşketinê ji bo Herêma Kurdistanê vekiriye "Pêşketinên ku em li Herêma Kurdistanê dibînin, bêyî hilberîna sektora gaz û petrol çênedibûn."

Niha jî ji ber zêdebûna enflasyonê ji ber rewşa aloz a enerjiyê li cîhanê, bi baweriya Cîgirê Serokê Şirketa HKNyê Matthew Zeiss, "Kurdistan li ser asta navdewletî bûye aktoreke girîng, ji ber ku rawestandina hinartina petrola Kurdistanê bûye sedema bilindbûna nirxê petrolê li cîhanê."

Rûdaw: Gelekî spas ku tu bi me re yî. Bila ez tavilê bi vê dest pê bikim: Hin pêşhatên nû hene ku nîşan didin dê nêzîk hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriyan dest pê bike. Gelo hûn di van hewldanan de beşdar in?

Matthew Zeiss: Spas. Erê, spas ji bo mêvandarîkirina min li Rûdawê. Erê, em bi tevahî beşdar bûn. Me behsa rawestandina hinartina petrolê li Herêma Kurdistanê kiriye û me behs kiriye ka em çawa dikarin dest bi berhemanînê bikin.

Ango berhemanîna bi şiyana tevahî û em dest bi hinartinê jî bikin. Me bi hemû hikûmetan re dabaşa vê yekê kiriye. Di nav de Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal a Îraqê, Hikûmeta Tirkiyê û Hikûmeta Amerîkayê jî.

Rûdaw: Gelo ev hewldan gihiştine kû derê?

Matthew Zeiss: Bi baweriya min, pir baş e ku Tirkiyeyê ragihandiye ku çareseriya pirsgirêkên ku hebûn hatiye dîtin û her du aliyan dest bi danûstandinên teknîkî kiriye ka borî çawa bên vekirin. Me bi berdewamî gotiye ku pirsgirêk di hûrgiliyan de derdikevin holê, îcar dê ew hurgilî çawa bên çareserkirin û di kîjan demê de, ji bo vê yekê divê em li benda vekirina boriyê bin.

Rûdaw: Helwesta Amerîkayê li ser van mijaran çawa ye, gelo ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan û destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê hemaheng in? Sûdanî vê dawiyê li Amerîkayê bû, tu bi xwe li Amerîkayê bûyî, bi qasî ku tu haydar î, gotûbêj li wir çawa derbas bûn?

Matthew Zeiss: Erê, şanda Îraqê, serokwezîr jî di nav de, ji bo beşdarbûna di Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, li New Yorkê bû. Em jî li New Yorkê bûn û li kêleka civîna Neteweyên Yekbûyî gelek civîn hatin lidarxistin.

Bi baweriya min, Sûdanî bi eşkere û dizî jî gelek caran ji berpirsên Amerîkî bihîstiye ku garantîkirina peywendiyên berdewam li gel Herêma Kurdistanê û peywendiyên aborî di navbera hikûmeta wî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çiqasî girîng e. Her wisa girîngiya vekirina boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê.

Ev çend caran jê hatiye xwestin. Wî bi awayekî eşkere qala wê yekê kiriye ku divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Niha jî, bi dîtina min, mijar girêdayî Bexda û Enqereyê ye ka çawa dikarin pirsgirêkên ku mane çareser bikin da ku hinartina petrolê dîsa dest pê bike.

Rûdaw: Gelo berpirsên Amerîkayê bi girîngî hewla çareserkirina van pirsgirêkan didin an xwe hinekî dûr dihêlin û li bendê dimînin ku Kurd û Îraqî bi xwe van pirsgirêkan çareser bikin?

Matthew Zeiss: Erê, bi baweriya min, Amerîka li pişt perdeyê gelek tiştan dike ji bo ku bi hemû aliyên mîna Tirkiye û Îraqê re ji nêzîk ve kar bike da ku ji destpêkirina hinartina petrolê piştrast be. Bi taybetî derbarê Îraqê de, li gorî min, hikûmeta Amerîka bi tundî di têkiliyê de ye, ji ber bêaramiya aborî û siyasî ku piştî rawestandina hinartina petrolê derketiye holê û her wiha ji ber mijara budceyê jî.

Bi dîtina min û li gor rûniştinên me yên bi hikûmeta Amerîkayê re, çareseriya vê bêaramiya siyasî û aborî li nik Amerîkayê girîng e. Di warê bazara petrolê de jî, hikûmeta Amerîkayê pir dilgiran e, xasma çimkî nirxê petrolê vê hefteyê bi nêzî 90 dolarî hat firotin. Hin kes jî pêşbînî dikin ku nirxê petrolê bilind bibe û bibe 100 dolar. Ev yek jî dê bandoreke mezin li ser aboriya cîhanê û aboriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike. Li Amerîkayê ji ber zêdebûna enflasyonê û bilindbûna nirxê sotemeniyê dilgiranî derketine holê. Li vir e û di vê demê de ye ku Kurdistan li ser asta navdewletî bûye aktoreke girîng, çimkî rawestandina hinartina petrola Kurdistanê bû sedema bilindbûna nirxê petrolê li cîhanê.

Rûdaw: Gelo karbidestên hikûmeta Amerîkayê bi we re jî, ango bi kompanyayên petrolê yên biyanî yên vir re jî, gotûbêjan dikin? Çi dibêjin?

Matthew Zeiss: Belê, pêwendiyeke me ya pir baş bi hikûmeta Amerîkayê re heye. Hûn dizanin ku em û du kompanyayên din yên Amerîkî li vir, li Herêma Kurdistanê kar dikin û me bi hev re bi zêdetirî 5 milyar dolaran di sektora neft û gazê de hilberîn kiriye. Ji ber vê yekê, di mijarê de berjewendiyeke bazirganî ya girîng a Amerîkayê jî heye.

Rûdaw: Pênc milyar dolar veberhênana kompanyayên Amerîkî, pirsgirêka bilindbûna nirxê petrolê û niha jî rawestana vê petrolê li vir, pirs ev e: Bi dîtina te, Amerîkî li gor pêwîst fişarê dikin da ku aliyên vir pirsgirêkê çareser bikin û dest bi hinartina petrolê bê kirin?

Matthew Zeiss: Li gorî min, bersiva vê pirsê di encaman de diyar e. Zêdetirî pênc meh derbas bûne û hîn jî boriyên petrolê nehatine vekirin, loma ez rast dibînim ku bibêjim hemî aliyan dikarîbû ji ya niha zêdetir bikin. Dibe ku tiştekî ku Amerîka dikare bike ew be ku navbeynkariyê di navbera hemû alî û kesan de bike ku rû bi rû rûnin û bigihin rêkeftineke zelal li ser dem û xişteya çareserkirinê û çareseriya ketwar.

Li ser ka borî çawa û kengî careke din bên vekirin. Bi nêrîna min, hemî alî rêzê li rola Amerîkayê digirin lê li gorî min, wekî her gav, hewldan dikarin werin zêdekirin.

Di rewşeke bazirganî ya bi vî rengî de ku borî girtî ne û her alî tê de zirarmend e, her dem çareseriyek heye ku bikare pirsgirêkan derbas bike. Ne diyar e ka dê wê çareseriyê bibînin an na lê ya diyar ew e ku daxwaza her du aliyan heye. Hikûmeta Îraqê dixwaze berdêla navbeynkariyê wergire û Tirkiyê jî dixwaze tiştekî wergire çimkî ew jî li gor hesabên xwe û rêjeya sûda ku di navbeynkariyê de tê hesabkirin, Tirkiyê jî di wê baweriyê de ye ku divê pereyan wergire.

Loma niha gotûbêjek li ser navbeynkariyê çêbûye û li ser ka kî deyndarê kê ye. Bi baweriya min, tiştekî din jî ew e ku Bexda bi nedirustî, di wê baweriyê de ye ku navbeynkarî li ser hemû arîşe û pirsgirêkên girêdayî sektora gaz û petrolê ne lê belê di rastiyê de, ew biryar tenê ji bo yek ji wan pênc giliyan bû ku Îraqê gihandibûn dadgehê, ew gilîname ew bû ku li ser SOMO û razîbûna SOMO li ser hinartina petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê bû.

Rûdaw: Ger em biçin behsa kompanyayên petrolê yên biyanî û 6 dolarên ku hikûmet û parlamentoya Îraqê ji bo her bermîlekê danîne, helwesta we li se vê çi ye, hûn bi 6 dolaran razî ne?

Matthew Zeiss: Na, bi tu hawî. Ev bêserûber hatiye danîn. Bila ez ji te re bibêjim, me bi awayekî eşkere ji hikûmeta Îraqê re gotiye, bi taybetî û zelalî û bi piştevaniya balyozê Amerîka me ji hikûmeta Îraqê re gotiye ku tu bingeheke wan 6 dolaran nîne.

Ti şirketeke navdewletî ya petrolê nîne ku peymaneke wê bi hikûmetekê re hebe û bi milyaran dolar hilberînê bike û paşê pereyên lêçûna veberhênana wê li ser bingeha lêçûnên şirketên din, şirketên xwecihî jî di nav de, jê re were hesibandin. Tişta ku me ji Bexda û hikûmeta Îraqê re gotiye ew e ku ew tibaba ku we ji bo xerciyên me û li ser hîmê lêçûnên kompaniyên biyanî û navxweyî yên Îraqê, hesab kiriye, tew ne eynî tibab e jî ku hûn didin kompaniyên ku li Îraqê jî kar dikin.

Me ji wan re gotiye, çawa bi şirketên biyanî yên li Îraqê re tevdigerin, wisa bi me re jî tevbigerin çimkî kompanyayên biyanî yên Îraqê ku eynî girêbestên wan wekî yên me ji bo dîtin û derxistina petrolê hene, peymanên ku wan li wir hene, pir dişibin peymanên me yên ku li Herêma Kurdistanê hene lê ew li wir her çar mehan carekê lîsteya xerciyên xwe ji Wezareta Petrolê re dişînin û hemû xerciyên xwe yên ji bo berhemanîna xwe werdigirin.

Tibaba ku ew distînin di navbera 30 ta 45 dolaran de ye. Ji ber vê yekê me ji hikûmeta Îraqê re gotiye ka hûn ji ber çi bi me re jî bi wekhevî tevnagerin, her wekî tevgera ku hûn bi şirketên xwe yên biyanî re dikin. Veberhênanên wan jî dişibin ên me. 6 dolar tibabeke bêserûber e. Tu wateyeke wê ya bazirganî nîne û ne li gorî peymana me ya bazirganiyê jî û em bi wê tibabê nikarin berhemanînê bidomînin û sermiyanê xwe pê derxin.

Rûdaw: Li ser vê yekê du pirs: Yekem, te got ku we bi Îraqiyan re behsa vê mijarê kiriye, bersiva wan çi bû? Duyem, bi dîtina te, çima ev cudahiya mezin tê kirin, li vir 6 dolar û li wir 35 dolar, ji bilî ku erdnasiya bîrên petrolê û temen û şêwaza bîrên petrolê cuda ne?

Matthew Zeiss: Bi baweriya min, ev yek ji ber wê ye ku ew budceya Îraqê ya ku hat derbaskirin, dûrî rastiya aborî û bazirganî bû. Wan danûstandin li ser 400 hezar bermîlên neftê kirin ku ti aliyek bi tevahî xwedîtiyê lê nake çimkî beşek ji milkiyeta wê tibabê vedigere bo kompaniyên biyanî li hemberî berhemanîna wan.

Her wisa, girêbestên ku bûn sedem ku hilberînên mezin li Herêma Kurdistanê derkevin holê, di gotûbêjên budceyê de li ber çavan nehatin girtin û 6 dolar ji bo heqdestê hilberînê danîn. Ji ber vê yekê, ya ku niha heye, budceyeke Îraqî ye ku dûrî bazirganiya rasteqîne û veberhênana li ser erdê ye.

Rûdaw: Lê ger ez vegerim ser beşekê ji pirsa xwe ya berê, we ev ji serdestên Îraqê re gotiye? Bersiv û hinceta wan çi bû?

Matthew Zeiss: Binêre, kesên pir jîr di hikûmeta Îraqê de hene, di nav wan de wezîrê petrolê jî. Ew ji pirsgirêkê fêm dikin. Pirsgirêk ew e ku qanûna budceyê tiştekî dibêje û rastiya veberhênanê tiştekî din dibêje.

Em di wê baweriyê de ne ku çareseriyeke bazirganî ya pir hêsan ji bo vê heye û dê her kes tê de serkeftî be, ew jî dîtina çareseriyekê ye ku êdî ne hewce be pirsgirêk ji wiha bêtir bi siyasetê re tevlihev bibe. Bi nêrîna min, niha hemû hest bi vê yekê dikin. Niha rewş ji binketin bi binketin, ji têkçûnê ber bi têkçûnê ve ye. Şirketên biyanî yên Amerîkî, hemû şirketên biyanî, hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Îraqê û hikûmeta Tirkiyê hemû di vê rewşê de binketî ne.

Em hemû bi hev re mehê bi qasî  milyar dolarekê ziyan digihîje me. Heta niha 5 milyar dolar ji destê me çûne.  Ger tu lê binerî, ji tibaba pereyên ku dadgeha navbeynkariyê daniye, bêtir e. Ziyan li me hemûyan dikeve. Ji ber vê yekê, çareseriyeke bazirganî ji bo pirsgirêkan gengaz û hêsan e. Çimkî çareseriya bazirganî dibe sedem ku hemî alî serketî, serketî û serketî bin. Divê em wê çareseriyê bibînin.

Rûdaw: Bila ez vegerim ser pirsa berêtir. Baş e, ku tu dibêjî tu wateya bazirganî ya 6 dolaran nîne, nexwe tibaba ku li gorî we baş e, çend e?

Matthew Zeiss: Ne tibabeke diyarkirî ye, li ser bingeha peymanên me dimîne. Her kompanyayeke biyanî di qonaxeke veberhênanê ya cuda de ye. Mîna Îraqê, divê lêçûna ku di qonaxa veberhênanê de hatiye xerckirin, were vegerandin. Di berhemanîn û veguhastinê de lêçûnên me hemûyan cuda ne û divê em wan pereyan wergirin û pereyên ku me ew berê di veberhênanê de xerc kiriye jî. Ew tibab li gorî peymanan tê diyarkirin, ne bi rêjeyeke bêserûber.

Rûdaw: Ku wisa be, hişyariya we ya berê ya ku dibêje, ger Bexda biryara hinardekirina petrolê jî bide, em petrolê hinarde nakin, ma ev helwesta we neguheriye?

Matthew Zeiss: Na, neguheriye çimkî me bi zelalî ji hikûmeta Amerîka, Îraq û Herêma Kurdistanê re jî gotiye ku em çaverêya çareseriyeke serketî-serketî dikin. Çareseriyeke ku em tê de bikarin bi tevahî dest bi berhemanînê bikin û petrolê bi rêya boriya Îraq-Tirkiyê (ITP) bişînin Ceyhanê lê heta çaxê ku çareseriyeke bazirganî neyê dîtin û lêçûnên ku di peymanên me de hene, neyên vegerandin û em para xwe ji qezencê wernegirin, em karekî wisa nakin. Ew çareserî hîn jî nehatiye dîtin lê em di wê baweriyê de ne ku dê were dîtin çimkî ev di qezenca hemî aliyan de ye. Me ev peyama xwe bi awayekî pir zelal ji hikûmeta Amerîkayê re ragihandiye. Amerîka jibihayê sotemeniyê li bazarên cîhanê gelekî dilgiran e. Me ji wan re gotiye ku eger borî bên vekirin û çareseriyeke bazirganî nebe ji bo ku pereyên wan şirketên biyanî yên ku petrolê berhem tînin bide, wê demê dê borî vala bibin û em wan bi petrolê tijî nakin.

Rûdaw: Li gorî şiroveya we, divê ew çareseriya bazirganî çawa be?

Matthew Zeiss: Li gor şiroveya me, divê bi awayekî be ku em pereyên ku di peymanên me de hatine diyarkirin, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê yan ji Hikûmeta Îraqê wergirin.

Rûdaw: Ango bi sozeke dayîna pereyan diqede?

Matthew Zeiss: Tu dizanî, girêbesteke me heye, peymana me heye li ser ka em ê wê petrolê çawa bifroşin, divê were serrastkirin da ku em bibînin ka em ê wê petrolê çawa li bazaran bifiroşin.

Rûdaw: Wekî cîgirê serokê Kompanyaya HKNyê, hûn ji hemî aliyên din baştir rewşa kompanyayên petrolê li Herêma Kurdistanê dizanin. Hûn çawa hevsengiyê li navbera hilberîn, lêçûn û karê xwe çêdikin? Gelo hevsengiyek heye ku hûn bikarin bigihinê?

Matthew Zeiss: Di her jîngeheke bazirganî de, ger rê were dayîn ku veberhênana biyanî karê xwe bike, wê demê dê tu sînorek li ser berhemanînê nemîne. Ji ber vê yekê, rêjeya berhemanînê girêdayî vê ye ka çiqasî ew veberanîn tê pêşwazîkirin û tedbîr û garantiyên peymanan têne rêzgirtin.

Rewş guncav be, êdî ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo Îraqa Federal jî heman tişt e. Ya girîng, niha çavê cîhanê li ser Îraqê ye. Îraq yek ji wan cihan e ku dikare bala veberhênana biyanî bikşîne ser xwe. Ez dibêjim, di warê neft û gazê de yek ji girîngtirîn deran e ku divê bala veberhênana biyanî bikşîne ser xwe, nemaze ji bo gaz û pirsgirêka wê ya şewitandinê.

Gelek vebijarkên din ên veberhêneran hene û gelek cihên din hene ku bikarin veberhênanê lê bikin. Cîhan niha temaşe dike, xasma li rewşa ku li Herêma Kurdistanê çêbû, dipirsin gelo Îraq ji bo hilberînê cihekî baş e, gelo em dikarin pê bawer bin ku hilberînê lê bikin û baweriya me bi hilberîna me hebe? Ji ber vê yekê, bi nêrîna min, çawaniya yekalîbûna pirsgirêka vir ji bo me û ji bo kesên din jî dihêle ku em bihizirin ka em çawa karsaziya xwe bi rêve bibin û ji bo veberhênerên paşerojê jî çawa Îraqê bibînin.

Rûdaw: Bi rastî, pirsa min li ser bandora demdirêj a vê rewşê li ser veberhênana paşerojê li Herêma Kurdistanê heye lê pêşî ez dixwazim vegerim ser cudahiya ku li dayîna pereyan bo kompanyayên biyanî heye, a ku Îraqê 6 dolar ji bo kompanyayên biyanî yên vir daniye lê zêdetirî 30 dolarî ji bo kompanyayên biyanî yên Îraqê daniye. Ez piştrast im ku Amerîkî bi xwe jî vê yekê dizanin, lê we bi xwe bi karbidestên Amerîkî re dabaşa vê kiriye, gelo wan karvedaneke çawa nîşanî cudahiyeke ewqasî mezin da?

Matthew Zeiss: Li gor min, hîna jî gelek nezelalî li ser çawaniya şirovekirina budceyê û budce çi li ser nirxa lêçûnên berhemanîn û veguhastinê dibêje, heye. Ger kompanyayên biyanî neftê hinardeyî Ceyhanê bikin û bidin destê SOMOyê û SOMO jî wê petrolê bifiroşe bazarên cîhanê, wê pereyên wê neftê biçin kû derê?

Gelo dê biçin ser hesabekî taybet ku hikûmeta Herêma Kurdistanê wê bi rê ve dibe û dikare wan pereyan bi kar bîne da ku deynên şirketên biyanî bi wan bide? Gelo ew 6 dolar tibabeke pareyan a zêde ye û Bexda dê wekî qerebûyê bide kompanyayên biyanî yan ew 6 dolar tenê ew in û hew û Bexda dixwaze tenê wê tibabê ji bo berhemanîna petrol û gazê bide Herêma Kurdistanê? Ev du senaryoyên pir cuda ne. Heke tenê 6 dolar bin, wê demê şirketên biyanî ne amade ne ku petrolê berhem bînin û têxine nav boriyan da ku SOMO wê bifiroşe.

Rûdaw: Gelo hewla we heye ku hûn vê nezelaliyê çareser bikin û zelalkirinekê bi dest bînin?

Matthew Zeiss: Em bi berdewamî li ser ravekirina wê dixebitin çimkî wekî min got, em û şirketên biyanî yên din jî, pêdiviya me bi zelalkirina bazirganî li ser peymanên me heye û li ser veberhênanên me jî da ku em berdewam bikin. Pêwîstiya me bi zelaliyê ji bo hilberînên me yên berê jî heye çimkî me petrol berhem aniye û pere bi me nehatine dayîn. Pirsa wan pereyan dê çawa çare bibe da ku em berdewam bikin?

Rûdaw: Te berê behsa Amerîkayê kir, Sûdanî li Amerîkayê bû, we û kompaniyên din, we karîbû bi wî re hevdîtinê bikin û we behsa van pirsgirêkan bi wî re kir? Tu pêşhateke nû di gotûbêjên we yên li wir de hebû? Haya te jê gotûbêjên Sûdanî hebû, ka bi berpirsên Amerîkî re li ser çi axivîne?

Matthew Zeiss: Heta radeyekê, erê. Tiştekî eşkere ye ku serokwezîr li gel Odeya Bazirganî li New Yorkê civiya û herwiha bi şirketên bazirganî û kompaniyên biyanî yên ku li Îraq û Herêma Kurdistanê kar dikin re civiya.

Haya wî pir baş ji rewş û keleman heye û dizane divê çareseriyek bê dîtin da ku em berdewam bin. Bi baweriya min, wî bi zelalî behs kir ku li New Yorkê, di dema gotûbêjên xwe de, gelek kesan jê re gotiye ku girîng e pirsgirêkên darayî û siyasî yên li gel Herêma Kurdistanê bên çareserkirin, nexasim pirsgirêka hinartina petrolê ya bi rêya Tirkiyeyê.

Rûdaw: Tu dikarî ji min re bibêjî ku niha kompanyayên biyanî li Kurdistanê çiqas petrolê berhem tînin?

Matthew Zeiss: Hejmara niha li ber destê min nîne lê ez dikarim bibêjim ku ji sedî 50ê nefta ku dikare were berhemanîn, tê berhemanîn. Bê guman tu kompaniyên biyanî, ya me jî di nav de, hemû şiyana berhemanîna xwe nexistiye kar çimkî me berhemanîna xwe kêm kiriye û tenê çavê me li ser firotina petrolê bo bazara navxwe ye.

Rûdaw: Em rêzên dirêj ên tankerên petrolê li Hewlêrê yan jî li deverên din ên Herêma Kurdistanê dibînin, ew petrol ji hêla we ve tê berhemanîn? Diçe kû derê?

Matthew Zeiss: Nefta ku ji aliyê kompanyayên biyanî ve, ya me jî di nav de, tê berhemanîn diçe parzûngehên navxweyî li Herêma Kurdistanê.

Rûdaw: Tu zanyariyên te li ser wê yekê hene ku ew petrol diçe cihekî din, ji xeynî sûkên Herêma Kurdistanê?

Matthew Zeiss: Na.

Rûdaw: Dema ku tu dibêjî bazara navxwe, pereyên vê firotina we ya navxweyî çawa digihin wer?

Matthew Zeiss: Binêre, em şirketeke taybet in, em mezintirîn kompanyaya Amerîkî ne ku li Îraqê hilberîn kiriye û em mezintirîn veberhêner in li Herêma Kurdistanê. Em kompanî û veberhên taybet in û mafê me heye ku em pevguhertina bazirganî bi kompanyayên din ên taybet ên Kurdistanê re, parzûngeh jî tê de, bikin. Em ê li ser vê yekê berdewam bin jî, heta dema ku çareseriyeke bazirganî ji bo hinartina petrolê were dîtin.

Rûdaw: Tu dikarî li ser nirxê firotina wan çi ji min re bibêjî?

Matthew Zeiss: Ez naxwazim behsa bihayên wan bikim, lê dema ku em neçar bin berheman li hundir bifroşin, bihayê wê ne wekî nirxê wê firotinê ye ku em difiroşin bazarên cîhanê.

Rûdaw: Heger çareseriyek hat dîtin, çend dem pêwîst e da ku kompaniyên biyanî bikarin dest bi hinardekirina heman tibabê bikin ku we berî derketina pirsgirêkan hinarde dikir?

Matthew Zeiss: Pirseke baş e, ez nikarim behsa kompanyayên biyanî yên din bikim lê ji bo ku em vegerin ser rêjeya berhemanîna tevahî, dibe ku çend hefte yan meh pêwîst bin heta ku em bikarin herin ser asta berhemanîna tevahî lê her dema ku em qala berhemanîna tevahî dikin, divê em careke din pereyan bixin nav hilberînê û pereyan berdest bikin.

Wekî mînak, me ji sedî 50yê karmendên xwe şandin malê, rêjeya karmendên me ji sedî 76 kesên navxwe û Kurdên Îraqê bûn. Em neçar bûn nîvê wan bişînin malê, divê em wan kesan careke din vegerînin. Divê em pereyan xerc bikin da ku em careke din berhemanînê vegerînin asta berhemanîna tevahî, pere jî li ser vê diçin. Şirketên biyanî nikarin wan pereyan xerc bikin, heke piştrast nebin ku pereyên wan vala naçin û dê çareseriyeke bazirganî jê peyda bibe ku dê careke din wan pere û deynên berê jî vegerîne.

Rûdaw: Ji sedî 50ê karmendên we, ev hejmareke pir e.

Matthew Zeiss: Erê, pir xirab e.

Rûdaw: Bandora vê li ser hêza kar û aboriya navxweyî çi bû?

Matthew Zeiss: Ev senaryoyeke pir xirab e ku çêbûye. Me nedixwest ew rewş çêbe ku em dawî tûşî bûn. Ev encama senaryoyekê ye ku me hemûyan tê de winda kiriye û dikaribû pêşî lê bê girtin. Her kes zirarmend e, xelkê Îraqê û karmend zirarmend bûne, hemû hikûmet zirarmend bûne, em zirarmend bûne û aboriya wê hilberîna ku em hemû pê dijiyan ji nav çûye û xelk janê dikşînin, mixabin em neçar bûn hin ji karmendên xwe bişînin malên wan. Ez dizanim ku şirketên din ên biyanî jî heman rewşa kompanyaya me dijîn. Em herwiha dizanin ku şêniyên Kurdistanê jî janê dikişînin ji ber nedana budceya wan ji aliyê Îraqê ve bi awayekî aram û di nav de mûçeyên xelkê jî. Em dibînin ku li Kurdistanê rewşeke nebaş a aboriyê çêbûye. Nexweştirîn para vê rewşê ew e ku dikaribû pêşî lê bihata girtin, lewra jî divê em hemû bi hev re bixebitin û çareseriyekê bibînin.

Rûdaw: Baş e, bila em behsa senaryoya herî xirab bikin. Bila em bibêjin, çareseriya bazirganî ya ku te qal kir, nehat dîtin. Çi bijarteyên din li ber destê we hene? A ku vêga diqewime, hûn dikarin wisa berdewam bikin.

Matthew Zeiss: Em dikarin berdewam bikin.

Rûdaw: Ango tenê bi firotina sotemeniyê bo bazara navxweyî, dikarin berdewam bikin?

Matthew Zeiss: Ji dayîna petrolê bi belaşî çêtir e.

Rûdaw: Rast e lê ti rêyeke din li ber destê we heye? Wekî mînak, vekirina dozê li dadgeheke navbeynkariyê yan li her dadgeheke din. Ango merema min bêyî dîtina çareseriyeke bazirganî ji pirsgirêkan re, çareseriyek e ku komek aktorên siyasî ev demeke dûrdirêj e ji bo dîtina wê kar dikin, çi bijardeyeke we ya din heye?

Matthew Zeiss: Binêre, kompanyayên petrolê yên biyanî, em û yên din jî, dema me biryar da ku em li vir li Herêma Kurdistana Îraqê veberhênanê û karsaziyê bikin, ev biryara me piştî şîroveyeke pir bi hûrî û dûrdirêjî li ser rewşa yasayî bû. Ger tu ji nêrîna yasaya navdewletî ve lê binêrî, her tim vebijarkên qanûnî hene.

Peymanên me bi taybetî, xasma peymanên HKNyê, li gor yasaya Brîtanî hatine sazkirin, li ser vê bingehê jî nakokiyên wê diçin Dadgeha Navbeynkariyê ya Londonê. Me ev yek pir bi zelalî ragihandiye û komeleya ku em endamê wê ne, Komeleya Apîkuriyê jî bal kişandine ser vê yekê. Loma ev bijarte her dem hene û têne ravekirin.

Rûdaw: Sektora enerjiyê li welatên din pir caran xweşdebara civakî û aborî ji gelê xwe re tîne, ev demek e li vir jî geşbûneke berçav çêbûye. Li gorî te, rawestandina hinartina petrola Kurdistanê, ev pêşveçûn vegerandine paş?

Matthew Zeiss: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir hewl dide aboriya xwe pirreng bike û em dibînin ku hikûmet bi rêya çend projeyan vê hewlê dide lê rastî ew e ku veberhênan li Herêma Kurdistanê di sektora neft û gazê de ji hemû veberhênanên din zêdetir e û dê heta demeke dirêj wekî livînera aborî ya sereke bimîne.

Di rewşa herî baş de, aborî aboriya cihêreng e û dikare li ser lingên xwe bisekine lê neft û gaz beşeke sereke ya aboriyê vir e. Binêre, senaryoya ku li vir derketiye holê, senaryoyeke pir xerab e çimkî îro Herêma Kurdistana Îraqê ku di mijara ewlehiya niştimanî ya (Amerîka) de hevbeşa Amerîkayê ye, îro rêjeya hinardeya wê ya petrolê sifir bermîl e. Îro Îran rojane dor 2 milyon bermîlan hinarde dike. Venezuela petrolê hinarde dike, Rûsya petrolê hinarde dike, hemû aliyên ku Amerîka wan wek neyar dibîne, rêjeyeke pir a petrolê hinarde dikin ji bo aramkirina buhayê petrolê li bazarên cîhanê û kontrolkirina enflasyonê.

Ji ber ku Herêma Kurdistanê girtî ye, her wisa Amerîka roleke gelek mezin di nivîsandina destûra Îraqê de lîstiye û sozên ku ji Herêma Kurdistanê re hatine dayîn da ku bi razîbûna xwe bibe beşek ji ezmûna Îraqa nû, divê em hemû bi bîr bînin û ez hêvîdar im ku karbidestên bilind ên Amerîkayê û yên din jî rastiya astengiyên ku ji ber vê rewşê çêbûne bizanin. Hest bi girîngiya mezin a pêdiviya çareserkirinê bikin.

Rûdaw: Ev balkêş e çimkî li gel nearamiya nirxê petrolê, Amerîka hewl dide û daye ku welatên din zêdetir petrolê hinarde bikin. Pirsgirêka ku di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de heye, ji pirsgirêkeke teknîkî wêdetir, dişibe pirsgirêkeke pir siyasîtir. Bila ez pirsa xwe bi awayekî din bikim: Xuya ye ku Îraq zêdetir bala xwe her zêde dide aliyê siyasî yê mijarê (ango Herêma Kurdistanê petrolê bi navê xwe hinarde neke), bêtir ji ka pereyên petrolê çi li wan tê û berhemanîn çiqas lê diçe û naçe. Bi nêrîna te, egera çareseriyekê heye? Beşa duyem a pirsa min ew e ku gelo Amerîka giraniyê dide ser beşeke biçûktir a kêşeyê, fişarê dike ku Herêma Kurdistanê û Îraqê pirsgirêkên xwe yên teknîkî çareser bikin, di demekê de ku çavkaniya pirsgirêkan pirsgirêkên mezintir ên siyasî ne ku divê bên çareserkirin.

Matthew Zeiss: Bi nêrîna min, em nikarin wê rastiyê paşguh bikin ku siyaset li Îraqê pir aloz e, mîna ku li welatên din jî wisa ye. Di rewşeke wiha de kêşe ew e ku tu bikarî rê nedî ku siyaset rê li ber geşbûna aborî bigire lê divê em çareyekê bibînin. Roleke mezin a hikûmeta Amerîkayê heye û dikare bigerîne, ji ber rola ku berê di avakirina Îraqa nû û destûra wê de gerand. Dibe ku pêwîst be, lêkolîn bê kirin ka destûr û mafên destûrî çawa tên cîbicîkirin û rêz li wan tê girtin, ji bo ku federalîzma ku di destûra Îraqê de hatiye bê bicihanîn. Federalîzma ku Amerîka di damezrandina wê de rola sereke lîst.

Meyzîne, bijardeya Kurdan hebû ku beşdarî vê ezmûna nû ya Îraqê bibin, Amerîkayê Kurdistana Îraqê razî kir ku beşdarî ezmûna Îraqê ya nû bibe, li ser bingeha mafên ku di destûrê de hatibûn qalkirin. Ji ber vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku civaka navneteweyî dikare rola xwe bilîze ku em piştrast bibin ku rêz li van mafan tê girtin. Bi dîtina min, mesele li vir ev e ka destûrê çi tedbîrek dabîn kiriye da ku siyaset ji kontrola xwe dernekeve û senaryoyên bêwate neafirîne û rewşekê çêneke ku zirarê bide her kesî.

Rûdaw: Bila ez pirsên xwe yên dawî bikim, gelo li gorî te Amerîka rola ku dikaribû bigerîne, gerand?

Matthew Zeiss: Dikare zêdetir bike.

Rûdaw: Dikare zêdetir bike?

Matthew Zeiss: Bê guman.

Rûdaw: Çima zêdetir naxebite?

Matthew Zeiss: Binêre, cîhan cihekî aloz e, gelek dijwarî û gelek karên berê hene. Meseleya Ukrayna, Rûsya û Çînê heye, mijara te ya Îranê heye û li dawiyê pirs ev e ka gelo mijara Herêma Kurdistana Îraqê beşek ji berjewendiyên ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê ye?

Di warê leşkerî de hîn beşek e û ez hêvî dikim ku di warê siyasî û aborî de jî beşek ji berjewendiyên ewlehiya niştimanî bimîne lê ev bi serê xwe dijwariyek e ku tu bikarî wekî beşekê ji berjewendiya ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê bimînî.

Rûdaw: Lê eger di vê mijarê de Herêma Kurdistanê ne beşek ji van berjewendiyan be jî nirxê petrolê beşek ji van berjewendiyan e.

Matthew Zeiss: Bê guman.

Rûdaw: Tişt ber bi kû ve diçin, tu geşbîniyeke te heye?

Matthew Zeiss: Em geşbîn in ku her kes pê dihese ku rewşa heyî ji bo her kesî rewşa windakirin-windakirinê e û divê çareseriyeke serketin-serketinê were dîtin. Ez hêvî dikim ku çareseriyeke wiha bikare zora pirsgirêkên siyasî yên aloz bibe. Li gor min, di dawiyê de, dê rastiya aborî bi ser bikeve û bi dîtina min dema ku borî bên vekirin, dê hestek hebe ku divê çareseriyeke bazirganî were dîtin, em di vî alî de geşbîn in.

Ev yek dê di berjewendiya hemû Îraqiyan de be. Bi rastî, xala dawîn ku ez dixwazim bînim ser zimên, ev e ku bi rastî zirarmend Îraqî ne, Kurd li Herêma Kurdistanê û Îraqî li Îraqa federal zirarmendên sereke ne di vê rewşê de. Zirarmend in ji nebûna veberhênanên biyanî, pirsek çêbûye ev e ka gelo Îraq ji bo veberhênanê cihekî guncav e?

Îraqî pir hewcedarî xizmetguzariyên bingehîn in, çi kareba be, çi ava vexwarinê be, çi hewaya paqij be ku ji ber şewitandina gaza têkildar kêm e. Ji ber vê jî pêwîstiya gelê Îraqê pê heye ku siyasetmedarên wan bikevin nava tevgerê û çareseriyekê bibînin çimkî ew di vê senaryoya niha de janê dikşînin.

Rûdaw: Cîgirê Serokê HKNê Matthew Zeiss, ji bo dema te gelekî spas.

Matthew Zeiss: Spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst