Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Metropollê ji 66,3yê beşdaran gotiye ew naxwazin ji bo namzediya Erdogan destûr bê guhertin.
Her wiha zêdeyî ji sedî 40ê dengderên AK Partiyê jî di heman nêrînê de ne.
Kompanya Lêkolînê ya Metropollê li ser pirsa "Ji bo Erdogan di hilbijartinên bê de bibe namzedê serokkomariyê hûn dixwazin Destûra Bingehîn bê guhertin?" rapirsiyek kir.
Li gorî rapirsiyê, ji sedî 66,3yê beşdaran gotiye, ew naxwazin Destûra Bingehîn ji bo namzedbûna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bê guhertin.
Tenê ji sedî 28,5ê beşdaran bersiva erênî daye û gotiye bila destûr bê guhertin.
Her wiha ji sedî 88,9ê dengderên DEM Partiyê, ji sedî 87,6ê dengderên IYI Partiyê, ji sedî 83yê dengderên CHPyê, ji sedî 55ê dengderên MHPyê û ji sedî 40,2yê dengderên AK Partiyê jî ji bo vê pirsê gotiye “Na” ew naxwazin ji bo namzedbûna Erdogan destûr bê guhertin.
Ev di demekê de ye kar û xebatên çêkirina destûreke nû di rojeva Tirkiyeyê de ne û bi taybetî Erdogan û tifaqa Cumhur rojane banga piştgiriyê dikin ku Destûra Bingehîn biguherînin.
Li aliyê din, partiyên opozîsyonê jî amaje bi wê yekê didin ku divê guhertina destûrê ne ji bo derfeta namzedbûna Erdogan bê kirin û li gorî pêwîstiya 85 milyon welatiyên Tirkiyeyê destûrek bê çêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse