MetroPOLL: Ji sedî 17ê dengderên AK Partiyê ji partiya xwe dûr ketine

04-08-2024
RÛDAW
Nîşan MetroPOLL Rapirsî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya MetroPOLLê nêzîkî ji sedî 17ê dengderên AK Partiyê ji partiya xwe dûr ketine û nêzîkî ji sedî 11ê wan jî sar bûne.

Serokê Kompanya Lêkolînê ya MetroPOLLê Ozer Sencar îro li ser medyaya civakî encama rapirsiya ku di navbera 12 û 16ê Tîrmeha îsal de li 28 parêzgehan li gel hezar û 699 kesan kiriye eşkere kir.

Li gorî rapirsiyê, dengderên ku 14ê Gulana 2023yan deng dabûn AK Partiyê fikra xwe guherine û ji sedî 17ê yê wan ji partiya xwe dûr ketine û ji sedî 11ê bê biryar mane.

Herwiha ji sedî 3,2ê wan berê xwe ya CHPyê.

Di rapirsiyê de pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê” hatiye kirin.

Belavbûna rêjeya ji sedî 35,32yê dengên AK Partiyê ku di hilbijartinên 14ê Gulana 2023an de bidestxistibû wiha ye:

Belavbûna ji sedî 35,32yê dengên AK Partiyê:

AK Partî – ji sedî 18,83

CHP  - ji sedî 2,26

MHP  - ji sedî 0,88

IYI Partî – ji sedî 0,57

DEM Partî – ji sedî 0,35

Bêbiryar – ji sedî 10,7

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst