Di 3 salên dawî de 13 hezar û 557 pizîşkan ji Tirkiyê koç kirine

01-01-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Koça Pizîşkan Fikret Şahin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê Fikret Şahin ragihand ku li Tirkiyê di nav 10 salên dawî de koça pizîşkan %40 zêde bûye û got “AKPê çavkaniya mirovan a herî girîng a welatê me ji bo berjewendiya xwe kir qûrbanî.”

Parlamenterê CHPê Fikret Şahin derbarê sedem û rêjeya koça pizîşkan de axivî û got hejmara pizîşkên ji Tirkiyê koç dikin zêdetirî wê hejmara ku Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê eşkere kiriye.

Şahin dibêje mehane 400 pizîşk li qada giştî dest ji kar berdidin û bi taybetî di nav deh salên dawî de hejmara pizîşkên koç dikin bi rêjeya %40 zêde bûye. Meha dawî ya sala 2022an Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca hejmara pizîşkên ji welatê wan koç kirine wek 4 hezar û 194 pizîşk eşkere kiribûn. Lê li gor îdîaya Şahîn hejmar ji vê zêdetir e.

Şahin dibêje “Di sala 2012an tenê 59 pizîşkan koçî derveyî Tirkiyê kiriye lê ev hejmar di 11 mehên sala 2022an de gehiştiye 2 hezar û 417 pizîşkan ku sala 2021ê ev hejmar 1405 pizîşk bûn. Di nav 10 salên dawî de jî 7 hezar û 746 pizîşkan dest ji kar berdane û ji welatê me koç kirine.”

Şahîn amaje bi wê yekê daye ku di dema desthilata hikûmeta AKPê de şert û mercên karkirina pizîşkan zehmet bûne û ji ber vê yekê jî neçar dimînin dest ji kar berdin û koç bikin.

Li gor amarên Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê ji 1ê Çileya 2020 û heta 9ê Kanûna 2022an wate di nav 3 salan de ji saziyên girêdayî wezaretê 6 hezar û 592 pizîşkên pispor û 6 hezar û 965 pizîşkên pratîsyen bi giştî 13 hezar û 557 pizîşkan dest ji kar berdane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst