Li Şamê teqîneke mezin çêbû

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan Şam Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê teqîneke mezin çêbû.

Medyaya dewleta Sûriyeyê ragihand ku avahiyeke niştecihbûnê ya li Taxa Mezehê di encama êrişeke esmanî ya Îsraîlê de hatiye bombebarankirin.

Çavkaniyeke Sûriyeyî ji ajansa Reutersê re ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li ser avahiyê de fermandarekî Supaya Pasdaran a Îranê hatiye kuştin û birîndar hene.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyê bi ajansê re parve kirine, avahiya ku di êrişê de hatiye hedefgirtin ji aliyê 'şêwirmendên Îranî yên ku piştgiriya Hikûmeta Sûriyeyê dikin' dihat bikaranîn.

Herwiha di êrişê de avahî bi temamî hatiye hilweşandin.

Di nûçeyê de agahiyên din nehatin dayîn, medyaya herêmî li Sûriyê ragihand ku dengê teqînan li Şamê hatine bihîstin.

Li aliyê din, di Kanûna Pêşîna 2023yan yek ji fermandarên pilebilind ên Pasdarên Îranê yê li Sûriyeyê Razî Mûsevî li herêma Zeynebiyeyê ya nêzikî şamê di êrişa Îsraîlê de hatibû kuştin.

Hat ragihandin ku fermandarê Îranî Razî Mûsevî yê hatiye kuştin li Sûriyeyê wekî “şêwirmendê leşkerî” kar dikir û hevalekî nêzik ê Qasim Silêmanî bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst