Artêşa Îsraîlê gihîşt ber deriyê Şamê

Duh li 12:32
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Weşanxaneyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê heta 20 kîlometreyî nêzîkî Şama paytexta Sûriyeyê bû.

Artêşa Îsraîlê heta herêma Beduayê ya li bakurrojhilatê Çiyayê Hermonê û nêzîkî Balafirgeha Leşkerî ya Mezeyê ya li derveyî Şamê bi pêş ve çû, derdora 20 kîlometreyî nêzikî Şamê bû.

Artêşa Îsraîlê bi tîmeke ji 30 leşker, 3 buldozer û 3 tankan ket nav herêma Deriyatê ya li rojavayê bajarokên Malîka û Rafeedê yên herêma parêzgeha Quneytrayê.

Hêzên artêşê jî ji sînorê Îsraîlê ber bi herêma Deriyatê rê vekiribû.

Artêşa Îsraîlê her wiha ketibû gundên Cemle û Maarabayê yên li deşta Yermûkê ya li başûrê bajarê Derayê.

Çi bûbû

Piştî ku 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an rejîma Beasê ya 61 salî rûxiya, hevdem êrişên artêşa Îsraîlê li ser Sûriyeyê zêde bûn.

Artêşa Îsraîlê dest pê kir bingehên leşkerî û bermahiyên ku ji artêşa rejîmê mane îmha bike û bipêşketina xwe ya li ser axa Sûriyeyê ya Girên Golanê berfireh kir.

Îsraîl ji sala 1967an ve Girên Golanê di bin kontrola de digire.

Di sala 1974an de bi Peymana Vekişîna Hêzan a ya ku di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de hat îmzekirin sînorên herêma tampon û herêma bêçek hatibûn diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst