Ewropayê pişta Îsraîlê girt

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatên Ewropayê êrişên Hemasê yên li ser Îsraîlê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji Îsraîlê re ragihandin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, grûpên Filistînî yên li Xezeyê ji gelek aliyan bi dehan mûşek avêtin Îsraîlê.

Rêxistina alîkariya bilez a Îsraîlê, Stêrka Sor a Dawidî ragihand ku di êrişên çekdarên rêxistina Hemasê ya li dijî Îsraîlê de herî kêm 22 kesan canê xwe ji dest da.

Piştî êrişên Hemasê welatên Ewropayê piştgiriya xwe ji Îsraîlê re ragahind

Konseya Yekîtiya Ewropayê

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

“Ez êrişên bêserûber ên vê sibê li dijî Îsraîl û gelê wê ku teror û tundûtûjiyê li dijî welatiyên bêguneh dikin bi tundî şermezar dikim.

Ramanên min bi hemû qurbaniyan re ne. YE di vê kêliya hovane de bi gelê Îsraîlî re ye.”

Komîsyona YEyê

Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen jî Hamas şermezar kir û wiha anî ziman:

“Ez êrişa ku terorîstên Hamasê li dijî Îsraîl kirine, bi awayekî eşkere şermezar dikim.

Mafê Îsraîlê heye ku li hember van êrîşên hovane xwe biparêze.”

Josep Borrell

Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir, “Em nûçeyên ku ji Îsraîl tên, bi xemgînî dişopînin. Em êrîşên Hamasê bi tundî şermezar dikin.

Divê demildest ev tundiya hovane raweste. Teror û tundî tu tiştî çareser nake.

YE di van kêliyên dijwar de hevgirtina xwe bi Îsraîlê re diyar dike.”

Almanya

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz jî got, “Nûçeyên bi xof îro ji Îsraîlê digihîjin me.

Em ji ber avêtina mûşekan a ji Xezeyê û zêdebûna tundûtûjiyê pir matmayî ne. Almanya van êrişên Hamasê şermezar dike û li bi Îsraîlê re ye.”

Fransa

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron wiha anî ziman, “Ez bi tundî êrîşên terorîstî yên li dijî Îsraîlê şermezar dikim.

Ez bi tevahî hevxemiya xwe ji qurbaniyan, malbat û hezkiriyên wan re radigihînim.”

Brîtanya

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak ji got, “Ez ji ber êrîşên vê sibê yên terorîstên Hemasê yên li dijî welatiyên Îsraîlê matmayî mam.

Îsraîl xwedî mafekî teqez e ku xwe biparêze.”

Rayedarên Belçîka, Spanya, Îtalya, Swîsre, Îrlanda, Holanda, Xirvatistan, Awistûrya, Yunanistan, Komara Çekê, Slovenya, Fînlandiya, Polonya, Lîtvanya, Letonya, Estonya û Kosovayê jî êrişên Hemasê şermezar kirin û piştgirî da Îsraîlê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst