Hims - Malbatên Elewî vedigerin malên xwe

12-01-2025
RÛDAW
Meydan Hismê /Wêne: Ji vîdeoyê
Meydan Hismê /Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Sûriye Hims Elewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed koçberên Sûriyeyî ji Libnanê vedigerin ser mal û milkên xwe lê malên wêran.

Hêzên ewlekariyê yên Heyeta Tehîr Şamê (HTŞ) li ber taxeke Elewînişîn pişkinînê dikin.

Niştecihê Himsê Fayiz Cemal got, "Ew beraz çû û em vegeriyan, xelk wêran kir.

Rehm li kesekî nekir, heft bira ji malbata cîranekî me û şeş ji malbateke din kes ji wan nema.

Em ji şer û riswatiyê têr bûn, tenê dixwazin bijîn. Li ba me pirsa mezhebtiyê nîne, eger hebûya kes nedima, mezhebiyet nîne, em dijî wê ne."

Piştî ketina rejîma Esed tevlîhevî li nav bajêr di navbera Sune û paşmayên rejîma berê de derketibû.

Di kontrola hêzên ewlehiyê yên HTŞyê de bi sedan serbaz, efser û endamên rejîma berê hatine desteserkirin.

Her wiha sê cibilxaneyên çek û teqemeniyê jî li nav bajêr hatine dîtin.

"Piraniya girtiyan leşker û sivîl in"

Parlamenterê berê yê Himsê Şihade Meyhûb wiha anî ziman:

"Heta niha navên 600 kesên girtî li ba min tenê hatine tomarkirin. Ji hemû Himsê zêdeyî hezar û 380 girtî hene.

Di nav girtiyan de efserên paye bilind ên malnişîn li navendan rewşên xwe asayî kirine lê piraniya girtiyên din leşker û sivîl in."

"Hêzên me sê cibilxaneyên çekan dîtine"

Beşdarê kontrolê yê HTŞyê Ebû Yûsif got, "Bi dehan hene, me pêşbînî nedikir ev hejmar hebe, kesên girtî gelek in.

Hêzên me sê cibilxaneyên çekan dîtine, me pêşbînî nedikir van çek û teqemeniyan li nav taxên sivîlan bibînin.

Me BKC, RPG, kalaşînkov û topxaneya giran jî dîtine. Em ewlehî û aramiyê ji hemûyan re dixwazin, Sune, Elewî û Xirîstiyan."

Piraniya niştecihên bajarê Himsê Sune ne. Elewî jî li sê taxên serekî Ikrîme, Zehraa û Nuzheyê dimînin.

Berî krîz û şerê navxwe yê Sûriyeyê hejmara niştecihên bajêr 800 hezar bû lê ji ber şer ev hejmar daket derdora 200 hezar kesî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst