Hewlêr (Rûdaw) - Karmendên dema hikûmeta Beşar Esed xwenîşandan kir nû û wan xwest ku xwestin vegerin ser karê xwe.
Sûriyeyî xwenîşandanan dikin û ew dixwazin karmendên dema Esed bên vegerandin.
Li bajarê Siwêdayê fermanberên hikûmeta Beşar Esed xwenîşandan kir û wan ji desthilata nû ya Sûriyeyê xwest ku vegerin ser karê xwe.
Ew li dijî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ne ku bi hezaran fermanber derxistine û mûçeyê wan birîne.
“Fermanberên hikûmî xeta sor in”
Xwenîşandêr Silêman Xidir got:
"Em îro li gel hevkarên xwe, xwenîşandanê dikin û mafê xwe yê rewa dixwazin û wê biryara ne dadmend a hikûmeta demkî şermezar dikin, ji ber fermanberên hikûmî xeta sor in."
Ew fermanber, bi tohmeta Beasîbûn û alîgiriya Esed hatine derxistin.
Di serdema Beşar Esed de, nêzîkî milyonek û 300 hezar fermanberên hikûmî yên Sûriyeyê hebûn.
Navendî mûçeya mehane yê fermanberekî hikûmî li Sûriyeyê 25 dolar bû.
“Em biryara vê hikûmetê red dikin”
Xwenîşandêr Hesen Xeyr jî got:
"Em îro mafê karker û fermanberên xwe dixwazin û bi tundî wê biryara vê hikûmetê red dikin.
Em dewleteke sîstematîk û yasaserwer dixwazin."
Tê çaverêkirin ku hikûmeta Sûriyê 400 milyon dolar ji samanê desteserkirî yê serdema desthilata Beşar Esed wergire û biryar e ku ew pere ji bo mûçeyê hikûmî û vejandina aboriya Sûriyeyê bê bikaranîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse