Ji ber vîrusa koronayê aware û derbiderên Sûrî vedigerin war û malên xwe

17-04-2020
RÛDAW
Nîşan Sûriye Idlib Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirbesta Idlibê ya di navbera Putin-Erdogan de û herwiha pirsa belavbûna vîrusa Koronayê li gelek cihan bû sedem ku derbiderên başûrê Idlibê û rojavayê Helebê ku jiber operasyona artêşa Sûrî û bordûmana firokeyên Rûsyayê ji mal û warên xwe reviyabûn, roj bi roj vegerin mal û warên xwe.

Li gor Tîma Bersivdana Destpêkê ya Sûriyê 1,041,233 Kes ji ber operasyona artêşa Sûrî û bordûmana firokeyên Rûsya derbider bibûn, niha di dema dawî de18,474 malabatên derbider vegeriyane malên xwe, wate ligor heman çavkaniyê 103.459 derbider vegeriyane.

Ji wan jî 9,791 malbat vegeriyane başûrê Idlibê û 8.683 malbat vegeriyane rojavayê Helebê, herwiha tê gotin ku 6,021 Derbider ji kampên sînorî yên bakurê Idlibê vegeriyane, hevdem 7,346 Derbider ji kampên bêserûber li nav darên zeytûnan vegeriyane û 27384 derbider ji gund û bajarokên navçeya ewle ya bakurê Idlibê vegeriyane.

Di demê de ku 26,049 derbider ji bakurê Helebê vegeriyane rojavayê Helebê. Li gor Tîma Bersivdanê  tenê ji %6.41 ji tevahiya derbideran vegeriyane ser mal û warên xwe li Idlib û Helebê.

Li gor çalakvanên xwecihî, tê pêşbînîkirin di dema bê de, zêdetirî nîv milyon derbider ji navçeyên sînorî yên bakurê Sûriyê vegerin cih û warên xwe, ew di demekê de ye ku ew debider vedigerin nav mal, gund û bajarokên wêran, ew yek rêxistinên hawarçûnê û yên mirovî erkdar dike, daku hemû pêdiviyan ji kesên vegeriyayî re peyda bikin, herwiha keresteyên avakirin û nûjenkirina xaniyên wêrankirî jiber şer û bordûmanê jî pêşkêşî xelkê vegeriyayî bikin.

Roja 6ê Adara derbasbûyî agirbesta Idlibê ket warê cîbicîkirinê, vê yekê hêdî hêdî rê li ber derbideran xweş kir, daku vegerin mal û warên xwe, bi gotina gelek kesên vegeryayî, mal, gund û bajarokên wan ên wêran baştirin ji çola vala û kampên bêserûber ên bê xizmetguzarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst