Cotkarên Sûrî gazinan ji erzanbûna bihayê Kinêran dikin

15-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li bajarê Erîha yê Idlibê niha werzê komkirina berhemên Kinêr an jî Mehlebê dest pê kiriye.
Li bajarê Erîha yê Idlibê niha werzê komkirina berhemên Kinêr an jî Mehlebê dest pê kiriye.
Nîşan Sûriye Idlib Erîha Sûdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Erîha yê Idlibê niha werzê komkirina berhemên Kinêr an jî Mehlebê dest pê kiriye. Cotkar gazinan ji erzanbûna bihayê wê dikin, cotkarek dibêje, niha mesrefê çandiniyê zêde ye û nirxê wê jî gelek kêm e, ji bo derve nayê şandin, ji ber wê yekê ew zirarê dibînin.

Li Sûriyê bi dehan curên daran tên çandin, navçeya herî navdar bi çandiniya daran bakurê Rojavayê Sûriyê ye, bi taybetî Efrîn, Idlib û Laziqiyê û Tertûs.

Li navçeya Erîha ya li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê darên kinêrê ango qeresiya bejî ya bêhndar, ku bi mihlib tê naskirin, li hawirdor hene.

Werzê berhevkirina vê berhemê ye, lê cotkar gazinan ji bilindbûna lêçûna çandinî û dermankirina wê dikin, li beramber nebûna derfetên hinardekirinê.

Ehmed Selheb cotkarekî navçeyê dibêje: “Derbarê mûsimê kinêrê yê îsal de, gelek ziyan gihiştiye me. Gelek xercî lê tê kirin, ji cotkirinê, ji dermankirin û avdanê, êdî dahata wê bi qasî heman pereyên lêçûya wê ye, ku em lê xerc dikin. yan jî nagihêje wê xerciyê. Sedema vê yekê ew e ku, hinrdekirin ji bo welatên derve nîne.”

Karmend karê xwe yê berhevkirina berhema kinêrê dikin. Piştre wê zuha dikin û kom dikin ji bo veguhêzin.

Di demekê de ku debara jiyana gelek cotkarên wan navçeyan li ser hinardekirina wê berhemê ye, bi sedema krîza Sûdanê ew nikarin berhema xwe hinardeyî wî welatî bikin, ku sereketirîn welatê hawirdekirina kinêrê ye ji Sûriyê.

Ehmed Zekeriya, cotkarekî din ê navçeya Erîhayê derbarê pirsgirêkên li pêşiya hinardekirina bo Sûdanê de ragihand: “Me kinêr hinardeyî Sûdanê dikir, lê îsal şerê li Sûdanê bandor kir. Par bi 2 heta 2 dolar û nîvê bû, lê îsal bûye bi 17-18 lîreyên Tirkî, gelek xercî jî li ser cotkar heye û pişta xwe bêhtir bi vê darê girêdide. Lê îsal nirxê kinêrê erzan e.”

 

Kinêr, ango qeresiya bejî ya bêhndar, di çêkirina hin dermanan de tê bikaranîn û di herdu mehên Gulan û Hezîranê de, tê berhevkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst