50 motorsiwar xwarina fitarê li feqîran belav dikin

05-04-2024
RÛDAW
50 motorsiwar xwarina fitarê li feqîran belav dikin
50 motorsiwar xwarina fitarê li feqîran belav dikin
Nîşan Şam Meha Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grupeke 50 kesî ya motorsiwaran li Şama paytexta Sûriyeyê xwarina fitarê digihînin kesên feqîr û hejar.

Grupa Hope Bikers Syria di midbexekê de xwarinê ji rojîgirên hejar re amade dikin.

Ew bi taybetî kal û pîran ji bîr nakin.

Serokê Rêxistina Hope Bikers Syriayê Tariq Ubêd got:

“Wan berê dema motorsîklet didît xwe dida aliyekî, ji ber ku nêrîneke wan a neyînî wan hebû lê niha motorsiwar bi başiyê tên naskirin.

Em dixwazin xizmeta cihên zêde hejar bikin. Xelk ji me hez dike û dizane em karekî baş dikin. Em dixwazin vê werzişê ji bo karekî mirovî û exlaqî bi kar bînin.”

Her êvar berî banga fitarê grupa motorsiwarên Hope Bikers Syria berê xwe didin cihên destnîşankirî.

Ew bi cil û bergên xwe yên naskirî yên ji aliyê xelkê û polîsên trafîkê ve xwarina fitarê di demê de digihînin feqîran.

Endamê Rêxistina Hope Bikers Syriayê Amir Tûtinçî jî anî ziman:

“Li Şamê grupa me ji nêzîkî 50 kesan pêk tê. Em xwarinê ji çend komeleyên xêrxwaziyê werdigirin û li çend cihan belav dikin.

Em motorsîkletan bi kar tînin, ji ber ku hem biçûk in û hem gera wan a di nav kolanên teng de hêsan e.”

“Wergirtina bexşînê li ba me qedexe ye”

Motorsiwar George Hefteh jî da zanîn:

“Em astengiyan li ser cadeyên bajêr di ajotina motorsîkletan û wergirtina ehliyeta fermî de dibînin, herwiha zehmetiyê di peydakirina benzînê de jî dibînin.

Em xerciyan ji hemû endamên grupa xwe kom dikin, ji ber ku wergirtina bexşînê li ba me qedexe ye.”

Grupa Hope Bikers Syriayê motorsiwarên Misilman û Xirîstiyan li xwe digire.

Çîroka Hope Bikers Syriayê di dema belavbûna Koronayê de dest pê kiribû.

Wan bi taybetî oksîjen digihand cihên Koronayê û di dema erdheja Sibata 2023yan de jî alîkarî digihand mexdûrên erdhejê.

Ew beşdarî çalakiyên dilxweşkirina zarokên ku bav û dayikên xwe ji dest daye jî dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst