Komên çekdar ên Sûriyeyê dê werin hilweşandin

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Komên Çekdar Sûriye Ehmed Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand, Serokê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera bi komên çekdar re li hev kiriye ku xwe hilweşînin.

Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şera bi komên çekdar ên Sûriyeyê re civiya.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku di civînê de biryar hatiye dayîn ku komên çekdar ên li Sûriyê werin hilweşandin û bi artêşê re di bin Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de werin yekkirin.

Di civînê de birêvebiriya nû bi komên çekdar re li ser wê yekê li hev kiriye ku “xwe belav bikin û di bin sîwana Wezareta Parastinê de bibin yek”.

Gelek komên çekdar ên li dijî rejîma Beşar Esed beşdarî operasyona ku 27ê Çiriya Paşîn li dijî hêzên rejîmê bi pêşengiya Heyet Tehrîr El Şamê hat destpêkirin bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst