VÎDEO - Şkenceyê li leşkerên berê yên Sûriyeyê dikin û wan dikujin

18 demjimêr berê
Leşkerê ku simbêlên wî tên kişandin / Wêne: Ji ber dîmenan
Leşkerê ku simbêlên wî tên kişandin / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Leşkerên Berê yên Sûriyeyê Tehrîr El Şam Şkence Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Heyeta Tehrîr El Şamê şkenceyê li leşkerên berê yên Artêşa Sûriyeyê dikin û wan dikujin.

Wekî ku di vîdeoyê de jî xuya dike, endamên Tehrîr El Şamê (HTŞ) hinek leşkerên berê li ser dev dirêj kirine û yeko yeko pê li wan dikin.

Hinek leşkeran jî bi amûdên kahrebayê ve girê didin û li gel heqaretên giran şkenceyê li wan dikin.

Çekdar hinek leşkeran jî didin ber dehfan û wan bêyî lêpirsînê didin ber guleyan.

Çekdar bi taybetî simbêlên leşkerekî navsere xera dikin lê ew jî ducare simbêlên xwe sererast dike.

“Em edaletê dixwazin, ne tolhildanê”

Serokê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Abdulrehman li ser rewşê got:

“Em edaletê dixwazin, ne tolhildanê. Eger çavê me li edaletê be nabe ku em rêbazên Esed bişopînin.

Nabe em bibêjin ‘Wan kiriye divê em jî bikin.’”

Hêzên Tehrîr El Şamê bi taybetî li Laziqiye û Tertûsê (şêniyên wan bi piranî Elewî ne) bi dû şopa leşkerên berê yên Sûriyeyê dikevin.

Hêzên Tehrîr El Şamê li gundekî parêzgeha Tertûsê bi ser leşkerên berê de girtibû lê 14 ji endamên Hêzên Tehrîr El Şamê hatibûn kuştin.

Hinek vîdeo derketibûn ku li Helebê êrişî qebrên Elewiyan tê kirin û piştî van dîmenan gelek xwenîşandan çêbûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst