Libnan: Koçberên Sûriyeyî di meha Remezanê de jî birçî ne

27-03-2024
RÛDAW
Libnan: Koçberên Sûriyeyî di meha Remezanê de jî birçî ne
Libnan: Koçberên Sûriyeyî di meha Remezanê de jî birçî ne
Nîşan Meha Remezanê Libnan Koçberên Sûriyeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Sûriyeyî yên ku li kampeke naverestê Libnanê dimînin di meha Remezanê de jî zehmetiyê dikişînin.

Krîza aborî ya dijwar a li Libnanê ku ji sala 2019an ve berdewam dike û bandor li xelkê wî welatî û koçberên Sûriyeyî jî kiriye.

Di meha Remzanê de kelûpel bihatir bûne.

Lînaya koçber a Sûriyeyî ku li kampeke bêserûber dimîne, behsa rewşa xwe kir û diyar kir ku rewşa wan di meha Remezanê de gelekî xirab e.

"Berê rewş baştir bû lê niha trajedîk e"

Koçbera Sûriyeyî Lîna Dihmişê got:

“Remezana me gelekî zehmet e. Ev rojên herî zehmet in ku di ser me re derbas dibin.

Berê rewş baştir bû lê niha trajedîk e. Ji ber gaza me nîne ez li ser sobeyê xwarinê çêdikim.

Zarokên min biçûk in, yê 11 salî nizanim gelo dê bixwîne yan bixebite?

Kurê min ê 9 salî çûye plastîkan kom bike, wî piştî ku ev xwarin dît aciz bû, em nema dikarin nan û xwarinê bi dest bixin.”

“Di Remezanê de rewşa me trajedîktir dibe”

Koçberê Sûriyeyî Îbrahîm Kino jî got:

“Di Remezanê de rewşa me trajedîktir dibe. Hemû bi zehmetî hewl didin fitara xwe dabîn bikin.

Li nav hinek çadiran tenê xurme û şîr û hinek birinc heye.”

Krîza aborî, nebûna kar, nebûna alîkariyan ji aliyê rêxistinên mirovî û xêrxwazî ve, herwiha nebûna alîkariyên Neteweyên Yekbûyî jiyana koçberên Sûriyeyî yên li Libnanê xirabtir kiriye.

Rêveberê Saziya Xêrxwaziyê ya Jiyan û Nûrê Elî Tafiş li ser rewşa koçberan da zanîn:

“Bê guman peydakirina pêdiviyên sereke ji bo xelkê gelekî zehmet bûye, ev jî ji ber bilindbûna zêde ya nirxan e.”

Li gorî Hikûmeta Libnanê niha milyonek û 500 hezar koçberên Sûriyeyî li Libnanê dimînin ku ji sedî 90ê koçberan di bin hêla hejariyê û şûrê dersînorkirinê de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst