Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Xirbet El Mizeyê yê parêzgeha Tertûsê ya Sûriyeyê şer di navbera çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê û çekdarên xwecihî de derket.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li gundê Xirbet El Mizeyê yê parêzgeha Tertûsê şer û pevçûn di navbera çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê û çekdarên xwecihî de derket.
Hat ragihandin ku di encamê de otomobîleke Heyeta Tehrîr El Şamê ji aliyê çekdarên xwecihî ve hat şewitandin û kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.
Şerê li Tertûsê piştî wê yekê derket ku çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê xwestibû malên gundiyan kontrol bikin lê çekdarên xwecihî red kiribû.
Piştre Îdareya Operasyonên Leşkerî yên Heyeta Tehrîr El Şamê hêzeke mezin şand herêmê.
Li gundê Mizêrheyê yê Laziqiyeyê, li nêzîkî vîlaya Wesîm Esedê pismamê Beşar Esed 14ê mehê şer di navbera çekdarên Feyleq El Şamê û çekdarên ser bi rejîma Beşar Esed ve derketibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse