Otobûsa heciyên Herêma Kurdistanê qeza kir: Mirî hene

27-01-2025
RÛDAW
Nîşan Erebistana Siûdî Heciyên Kurd Îraq Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Otobusa heciyên umreyê yên Kurd li ser sînorê Erebistana Siûdî û Îraqê di dema vegerê de qeza kir, heciyek mir û 13 hecî ji birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Rudawê, otobûs û barhilgirek li hevdû qelibîne du rêwiyên barhilgirê jî mirine.

Berdekê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl Rudawê re got:

"Heciyên umreyê xelkê navçeya Çemçemalê û derdora wê ne.”

Birêveberê Ofîsa Hec û Umreyê ya Helebceyê Nizar Cemîl jî ji Rûdawê re got:

“Nasnameya ew kesê miriye diyar bûye û ciwanê bi navê Cotkar Ebdulmecîd Ebdulkerîm e û sala 1991ê ji dayik bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst