Li Helebceyê 300 serî pez şewitî

09-06-2024
RÛDAW
Nîşan Helebce Sarezûr Şewat Keriyê Pez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li zeviyên gundê Hasilê yê girêdayî navçeya Şarezûrê ya Helebceyê agir bi pûş û palaxê ket û ji ber şewatê 300 serî pez şewitî û mirar bû.

Nûçegîhana Rûdawê Sazgar Salihê li cihê bûyerê eşkere kir ku tîmên Parastina Sivîl agir kontrol kiriye lê agir dîsa li herêmê derket.

Li gorî gotina Sazgar Salihê keriyekî ji 200-300 pez, berx û bizinan pêk dihat li herêma agir bûye û ew keriyê pez ji ber agir şewitî û mirar bû.

Xwediyê keriyê pez amaje bi wê yekê kir ku gelekî zahmet bûye û wan nikarîbû ajalên xwe rizgar bikin û wan bi tenê kariye serê ajalan jê bikin.

Li gorî zanyariyên Sazgar Salihê xelkê herêmê û karmendên Mezbexaneya Erbetê jî ji bo serjêkirina ajelan çûne alîkariyê.

“Agir ji kontrolê derketibû”

 Ew keriyê pez ê 3 malan bûye û bihayê wan 90 hezar dolar e.

Yek ji xwediyên keriyê pez behsa çawaniya derketina agir kir û wiha got:

“Gundekî nêzîkî gundê me agir bi pûş û pelaşê xistin.

Di destpêkê de agir biçûk bû lê bayekî bihêz hat û agir belav bû û mezin bû agir ji kontrolê derket.

Di nava deqeyekê û 2 deqeyan de agir ji kîlometreyekê derbasî kîlomtreyeke din dibû.

1000 îtfaiye jî bihatana agir nedihat kontrolkirin. Tiştekî wisa bû ku ji kontrola mirov derketibû.“

“Şivan bi zorê canê xwe rizgar kir”

Li gorî gotina xwediyê pez, şivan bi zorê canê xwe rizgar kiriye û hindik mabû ew jî bişewitiya.

Li gorî zanyariyan hinek mîh, berx û bizin an laşê wan şewitiye yan mirar bûne û li ber mirarbûnê bûne.

Xwediyên wan da zanîn ku tenê ew dikarin serê wan jê bikin û li bazarê goştê wan bifiroşin.

Xelkê gund û bi taybetî xwediyên keriyên pez bi ser heywanên xwe de digirîn.

Lewre li gorî gotina wan, keda wan a çend salan di nava çend deqiqeyan de şewitî û nema.

Xwediyên keriyên pez herwiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ku werin qerebûkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst