Îraq: Drona ku balafirgeh bomberan kir ji sînorê Tirkiyeyê hatiye

19-09-2023
RÛDAW
Nîşan Îraq Balafirgeha Erbetê Yehya Resûl Êrişên Dronî Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îraqê General Yehya Resûl got ku êrişa li balafirgeha li navçeya Erbetê ya Silêmaniyê bi dronên ku ji Tirkiyeyê derbasî qada esmanî ya Îraqê bûne pêk hatiye.

Resûl bertek da êrişê û diyar kir ku binpêkirinên dubare, ne li gorî prensîba cîrantiya baş in.

Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îraqê General Yehya Resûl têkildarî êrişa doh a bi dronan a li balafirgeha li navçeya Erbetê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Yehya di daxuyaniyê de wiha anî ziman:

“Roja duşemê danê êvarê demjimêr 17:00an droneke ku ji sînorê Tirkiyeyê derbasî esmanê Îraqê bû, balafirgeha li navçeya Erbetê ya parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Di bombebaranê de 3 lehengên endamên Dijî Terorê şehîd ketin û 3 ji wan jî birîndar bûn.”

“Peymanên Neteweyên Yekbûyî pitşguh dike”

Resûl diyar kir ku ev êriş binpêkirina yekparçeyiya axa Îraqê ye wiha pê de çû:

Ev êriş serwerî, ewlehî û yekparçeyiya axa Îraqê binpê dike, aramî û ewlehiya navçe û cîhanê nahêle û gefê lê dixwe.

Herwiha, hiqûqa navneteweyî û prensîb û armancên ku di peymanên Neteweyên Yekbûyî de hatine destnîşan kirin, piştguh dike.”

“Mafê Îraqê heye ku van binpêkirinan sînordar bike”

Resûl di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:

“Ev binpêkirinên dubare bi prensîbên cîrantiya baş a di navbera welatan re nagunce.

Ev êriş gefê li hewlên Îraqê yên ji bo danîna peywendiyên baş û hevseng ên siyasî, aborî û ewlehiyê yên bi cîranên xwe re dixwe.

Mafê Îraqê heye ku van binpêkirinan sînordar bike.”

Doh danê êvarê demjimêr derdora 16:45an dronekê, balafirgeha li navçeya Erbetê ya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kiribû.

Bombebaranê de 3 endamên Yekîneya Dijî Terorê ya Pêşmergeyan şehîd ketibûn û 3 jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst