Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Xelekanê ya qezaya Dûkanê ya Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin.
Qaymeqamê Dûkanê da zanîn ku êriş bi rêya dronê hatiye kirin û li gorî agahiyên destpêkê 3 kuştî hene.
Li gorî agahiyan êrişê îro piştî nîvro rû daye.
Birêvebirê Nahiyeya Xelekanê Kameran Abdula ji Rûdawê re da zanîn ku di otomobîlê de 3 kes hebûn û her sêyan canê xwe ji dest daye.
Kameran Abdula diyar kir ku laşên wan bi temamî şewitîne û nayên naskirin.
Her wiha êrişê li navbera gundê Mêrgepaşa û Xelekanê rû daye.
Şahidekî dîmenên bûyerê ji Rûdawê re şandin û xuya dibe ku êgir girtiye otomobîlê û dûxan jê bilind dibe.
Heta niha nehatiye gotin bê dron a kê ye lê divê were îfadekirin ku Tirkiye demê dawiyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelek êrişên bi dronan pêk tîne.
Li nahiyeya Xelekanê ya Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 4, 2024
🛑 Li gorî agahiyên destpêkê kuştî hene pic.twitter.com/j05rz5UPQf
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse