Dronan 3 caran Çinartû bombebaran kir û hîn jî li asmanê gund in

01-01-2024
Dronan 3 caran Çinartû bombebaran kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dronan 3 caran Çinartû bombebaran kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Silêmanî Çemçemal Çinartû Êriş Dron Tirkiye Êrişên Dronî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Li gorî agahiyên ku ji şêniyên gund hatine wergirtin Gundê Çinartûyê îro sisê caran hatiye bombebarankirin û dron hîn jî li asmanên gund difirin.

Gundê Çinartûyê yê nahiyeya Axçelerê ya qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê, vê sibehê bi dronan hat bombebarankirin.

Rêvebirê Nahiyeya Axçelerê Hêmin Behcet bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand:

“Îro demjimêr 08:15an gundê Çiartûyê bi dronan hat bombebarankirin.”

Hêmin Behcet da zanîn ku heta niha ew nizanin bê encamên êrişê çi ne û got, “Dron ji şevê din ve li herêma me difirin.”

Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextyar ragihand ku li gund dehlek heye, ew der tiji dar e û dron êrişî wê derê dikin.

Pêşewa Bextyar da zanîn ku dron bi berdewamî li esmanên gund digerin û ji ber vê yekê tîmên Herêma Kurdistanê heta niha negihane cihê êrişê.

Êriş jiyana xelkê dixin metirsiyê

Xelkê herêmê ji ber êrişan ditirse. Dema otomobîlek were bombebarankirin jî xelk ditirse pê ve here çimkî par li gundê Tûteqelê otomobîlek hat bombebarankirin û kesên tê de birîndar bûbûn.

Xelkê ew birîndar xistin otomobîlên xwe da ku wan bigihînin nexweşxaneyê lê dronan otomobîlên xelkê sivîl jî kirin hedef.

Di vê êrişa Tirkiyeyê de, li gel du gerîlayên PKKyê du sivîlan jî canê xwe ji dest dabû.

Li gund tenê 4 mal mane

Nahiyeya Axçelerê ve hefteyê herî kêm 8 caran hatiye bombebarankirin. Ji ber êrişên Tirkiyeyê ji 17 malên li gundê Tûteqelê tenê 4 mal mane.

4 malên ku mane jî tim ditirsin. Ji tirsa êrişên dronan newêrin li otomobîlên xwe siwar bibin.

Herwiha li gundê Çinartûyê jî tenê 3-4 mal mane.

Demên dawiyê Çinartû dibe hedefa êrişan, 28ê Kanûna Pêşîna 2023yan jî ev gund hatibû bombebarankirin.

Tirkiye bi hinceta “hebûna gerîlayên PKKyê” gelek caran êrişî vê herêmê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst