35 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê 4 meh in li Bexdayê desteserkirî ne

12-07-2023
Helkewt Ezîz
Helkewt Ezîz
35 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê 4 meh in li Bexdayê desteserkirî ne
35 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê 4 meh in li Bexdayê desteserkirî ne
Nîşan Koçberên Kurd Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bexda ya Iraqê 35 welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku beşeke wan ji bo kar û beşek jî ji bo çareseriya pizîşkî çûne wir, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatine desteserkirin û xizmên wan 4 meh in li dû wan xwe digerin û dibêjin, “Ew ditirsin ku wan radestî Hikûmeta Sûriyê bikin.”

Xizmekî yek ji wan girtiyan ji Rûdawê re got, “Zarokên me hemûyan zarokên wan hene, em ê bi ku de biçin. Dixwazin wan bişînin Sûriyê dê wan bikin leşker. Em ji Mesûd Barzanî daxwaz dikin ku zarokên me ji vê êşê rizgar bike.”

Remezan Mihemed ê xizmekî din ê yek ji wan girtiyan jî got, “Di serî de Herêma Kurdistanê, serokê me Mesûd Barzanî, nûra çavê me, xwediyê me ku li me bipirsin. Berê zarokên me didine mirinê û wan dibine Sûriyê. Ez dengê xwe digihînime cîhanê bila bizanibin Bexda çi bi penaberên Sûrî. Wan dixe girtîgehê û wan dişîne. Piştî 4 mehan a zilm û zor û nexweşiyê vê yekê dikin.”

Hesne Xelîl a ku xizmeke girtiyekî ye jî anî ziman, “Pizîşkên Hewlêrê ji me re gotin herin Bexdayê ku li wir çareseriya nexweşê we heye, em hatine vir piştî sê çar rojan koça dawî kir, birayê min ez tekane xwişka wî me, neçar bûm bi wî re werim. Birayê min hîn li dadweriya pizîşkî ye, hîn veneşartine. Kurê min nexweş bû, bi bavê xwe re bû. Min kurê xwe bire ser diktor, em çar rojan li nexweşxaneyê man heta ez vegeriyam, min pirsî ka bavê te, gotin hêzên ewlehiyê hatine û ew birine.”

Rûdawê ji bo zanîna çarenivîsa wan Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê peywendî bi Wezareta Navxwe ya Iraqê re kir, Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, yasayên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji hev cuda ne û ew li gorî yasayên federalî tevdigerin û diyar kir ku ew hewl didin wan girtiyan li şûna ku bişînine Sûriyê dê bişînine Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Xalid Mehena got, “Madeya 110 a destûrê dibêje ku çawa desthilata federal li dijî kesên ku destûra rûniştinê nînin tê bikaranîn. Em kesên ku destûra rûniştinê li derveyî sînorên qanûnên Iraqê hene nas nakin. Girtiyên ku li derveyî yasaya rûniştinê û her wiha ji Herêma Kurdistanê hatine, em ê wan vegerînin Herêma Kurdistanê.”

Ew koçberên ku ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çûne nav axa Iraqê heger ji sînorên Herêma Kurdistanê derbas bibin, li gorî yasayên Iraqê, penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên ku ji Herêma Kurdistanê derbasî nav axa Iraqê bûne nikarin derbasî herêmên di bin kontrola Hikûmeta Iraqê de bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst