Parlamentoya Iraqê madeya 14an a ku di navbera Kurdan de bû sedema krîzeke nû pesend kir

11-06-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Iraqê Projeyasaya Budceya Iraqê
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Parlamentoya Iraqê madeya 14ê ya projeyasaya budceya Iraqê ku li ser dahata petrola Herêma Kurdistanê û çavdêriya wê ji aliyê Bexdayê ve ye pesend kir. Xala 8emîn a madeya 14ê bû sedema nîqaşeke nû ya di navbera YNK û PDKê de. Di dema nîqaşên Parlamentoya Iraqê de, grûpa PDKê ji rûniştine derket û rûniştin zêdetirî demjimêrekê hat paşxistin.

Dengdana li ser budceya 3 salî ya Iraqê ji ber nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê yên li ser “hinerdekirina petrolê” bi dawî nebû. Ji projeyasaya budceya ku ji 68 madeyan pêk tê heta niha tenê 17 made hatine pesendkirin.

Di rûniştina parlamentoyê de ku heta demjimêr 02:30an berdewam kir, ji ber lihevnekirin û nirxandinên li ser hin madeyên din bi taybet madeya 14an, gelek caran navber dane rûniştinan.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî rûniştin taloqî roja Yekşemê demjimêr 13:00an kir.

Madeya 14an 5 caran hate guhertin

Madeya 14an a ku di navbera aliyên Kurdistanî de bû sedema nakokiyeke nû, di encama danûstandinên partiyan de 5 caran ji aliyê Komîsyona Darayî ve hat guhertin.

Di xala (a) xala 8an a madeya 14an de, giringiyê dide dayîna mûçeyên karmend û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha divê “mafên veberhênanên parêzgehan li gorî pîvanên di qanûnê de” bide.

Di benda (b) ya heman bendê de, eger benda (a) neyê cîbicîkirin, girtina tedbîrên pêwîst, fînansekirina parêzgehan jî di nav de, dikeve ser milê Serokwezîrê Iraqê.

Ji bilî YNKê partiyên din ên Kurdistanî li dijî vê ne

Bendên navborî rê didin ku Hikûmeta Iraqê heger bixwaze, rasterast mûçeyên parêzgehan ji budceya Herêma Kurdistanê bibire û bi vî awayî rasterast bi Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Helebceyê re peywendiyên xwe hebe.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû), Civaka Dadwerî ya Kurdistanê (Komel) û Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwê) li dijî bendên navborî derketin lê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) piştgirî da.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, di hevdîtinên şeva borî yên navbera aliyên siyasî de, Nûnerê Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan Hadî Amirî ragihandibû ku ew xala navborî dê ji projeyasayê were derxistin.

Grûpa PDKê ji rûniştinê derket

Nûnerên grûpên Kurdistanî yên ku di rûniştina duh êvarê ya parlementoyê de nêrînên xwe anîn ziman û ji ber ku benda navborî ji projeyasayê nehatiye derxistin, rexne kirin.

Parlamenterê PDKê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah jî daxwaz kir ji  ber ku xala navborî “hewldaneke ji bo lawazkirina statuya Herêma Kurdistanê” ye divê were rakirin lê piştî ku israra komên Şîe û YNKê dewam kir, grûpa PDKê ji rûniştinê derket. Piştî navberê ya saetekê careke din dest bi rûniştinê hate kirin û li ser tevahiya bendên madeya 14an deng hate dayîn.

Di madeya 14an a Projeyasaya Budceya Iraqê de çi heye?

Benda 1: Pereyên dahata petrolê dikevin ser hesabekî bankeyê ku Wezareta Darayî ya Iraqê li Banka Navendî ya Iraqê vedike û hemû hesabên hevawa tên girtin.

Benda 2: Dîwana Çavdêriya Darayî û Wezareta Petrolê bi hevahengiya ligel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê, hûrbîniyê di hemû hesabên bankî de dikin û dibin çavdêr.

Benda 3: Kompanyeya Biyanî, hûrbîniyê di herdû hesabên bankeyê de dike, ji wan pereyên têde ne yan pereyên lê tên razandin û jê tên derxistin.

Benda 4: Xişteya zanyariyên nîvê salê û salane, bi îmzeya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê, Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê û çavdêriya bankeyan tê amadekirin.

Benda 5: Pêkanîna lijneyeke hevbeş bo pêdeçûna sektora petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê.

Benda 6: Bendên yekem, duyem, sêyem, çarem û pêncem ên Maddeya 14 tên cîbicîhkirin heta wê dema yasaya petrol û gazê diçe warê cîbicîhkirinê.

Benda 7: Eger her nakokiyek di navbera herdû hikûmetên federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebe, derbarê maf û erk û rêkaran de ku di vê yasayê cîh digrin, lijneyeke hevbeş di navbera wan de tê pêkanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst