Ji 67 madeyan tenê 6 madeyên projeyasaya budceya Iraqê hatin pesendkirin

09-06-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Iraqê Projeyasaya Budceya Iraqê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Iraqê duh bi şev di civîna xwe ya derbarê budceyê de ji 67 madeyan 6 madeyên projeyasaya budceya Iraqê ya ji bo sê salan pesend kir.

Piştî çend caran paşxistina civîna parlamentoya Iraqê ya derbarê budceyê de, duh bi şev civîn hat lidarxistin. Di civînê de projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya bo her sê salên 2023, 2024 û 2025 hat gotûbêjkirin û ji 67 madeyan tenê 6 madeyên projeyasayê hatin pesendkirin.

Li ser xalên budceyê yên taybet bi Herêma Kurdistanê nakokî hene.

Hikûmeta Iraqê ji sala 2003an ve ev yekem car e budceya sê salan amade dike.

Piştî pesendkirina 6 madeyan ji projeyasaya budceyê, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî dawî li civînê anî û ragihand, parlamento dê roja Înê 9ê Hezîranê di saet 13:00an de bicive û gotûbêjkirin û pesendkirina projeyasaya budceyê berdewam bike.

Biryar wiha ye îro demjimêr 13:00ê nîvro Parlamentoya Iraqê civîna xwe ya derbarê projeyasaya budceyê de berdewam bike.

Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Nermîn Merûf derbarê civîna parlamentoyê ya şeva bihorî de ji Rûdawê re got, di civînê de madeyên 1-3-5-6-7-8 hatine pesendkirin, madeyên 2 û 4 jî hatine hilgirtin daku nakokiyên li ser bên çareserkirin.

Di budceya nû ya Iraqê de dolarekî Amerîkî bi hezar û 300 dînar e

Li gor madeya yekem ji budceya nû ya Iraqê, her 100 dolarê Amerîkî li beramber 130 hezar dînarên Iraqî hatiye destnîşankirin.

Heşt madeyên destpêkê yên projeyasaya budceyê ku 6 ji wan hatin pesendkirin, wiha ne:

-Madeya Yekem taybet e bi buhayê dînar li beramber dolar, her 100 dolar bi 130 hezar dînarî hatiye pesendkirin, ev di demekê de ye her îsal nirxê 100 dolar gihişte 175 hezar dînaran jî, lê niha biryara dawî ku li ser hatiye dayîn 130 hezar dînar e. Ne tenê dolar, Nirxê petrolê bi 70 dolarî hatiye destnîşankirin.

-Madeya Duyem hat paşxistin ku derbarê xerciyan de ye.

-Madeya Sêyam, taybet e bi piştevaniya darayî ya bo sektorên çandinî û pîşesaziyê û desthilatên Wezîrê Darayî ye.

Madeya Çarem hat jêbirin, taybet bû bi desthilata Civata Wezîran bo veguhastina pereyên terxankirî ji deynan û guherîna aliyên ku ji deynan sûdmend dibin.

-Madeya Pêncem, taybet e bi desthilata rasterast a xerckirinê û rêgirî ji derbaskirin pişka terxankirî, ev made jî hat pesendkirin.

-Madeya Şeşem, taybet e bi desthilata veguhestina budceyê û hat pesendkirin.

-Madeya Hefem: Taybet e bi desthilata bikaranîna yedeka awarte.

-Madeya Heştem: Taybet e bi sînordarkirina dahatê bo yek sal û heta dawiya sala 2023an.

Encûmena Wezîrên Iraqê di civîna xwe ya 13ê Adara îsal de projeyasaya budceya sala 2023, 2024 û 2025ê pesend kir û ji parlamentoyê re şand.

Budceya Iraqê ya vê carê ji sala 2003-an vir ve wek mezintirîn budce tê dîtin, ku tê texmînkirin qebareya wê ji 197 trîlyon û 828 milyar dînarên Iraqî zêdetir be.

Pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê 12.67 hatiye diyarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst