Parlamenterê PDKê: YNKê dixwest Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê veqetîne

11-06-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan PDK YNK Sîpan Şêrwanî Silêmanî Herêma Kurdistanê Budceya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê PDKê yê Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî ragihand, YNKê di dema danûstandinên bûdceyê de “hewl daye Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê veqetîne.” Herwiha Şêrwanî diyar kir ku di dema danûstandinên bûdceyê de wan kariye destwerdanê di madeyên 13 û 14an de bikin ku metirsiyê li ser statu û dahatên darayî yên Herêma Kurdistanê çêdikin.

Piştî zêdetir çar mehan ji danûstandinên aborî û siyasî, roja Pêncşema borî danûstandinên bûdceya darayî ya federalî ya sala 2023, 2024 û 2025ê li Parlamentoya Iraqê dest pê kir.

Di rûniştina duh a di bin serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî de hat lidarxistin de, madeya 14 a derbarê dahata petrolê ya Herêma Kurdistanê û kontrolkirina wê ji aliyê Bexdayê ve hat gotûbêjkirin.

Li ser hin bendên madeyê ku PDK, Yekgirtû, Komel û Newey Nwê li dijî wan derketin nîqaş hatin kirin.

Ev reşnivîsa ku di forma destpêkê de ji aliyê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve hatibû piştgirîkirin, piştî guhertinên dawî ji aliyê pêkhateya parlamentoyê ve hat pesendkirin.

Piştî hevdîtinên ku heta demjimêr 02:30 berdewam kirin Parlamenterê PDKê Sîpan Şêrwanî civîneke rojnamevaniyê lidar xist û ragihand ku YNKê "hewl daye Silêmaniyê bi awayekî nedestûrî ji Herêma Kurdistanê cuda bike."

Şêrwanî wiha got:

“Ez dixwazim li vir diyar bikim ku; mîna ku wan berê jî dikir hewl dan ku dahatên Silêmaniyê derbasî hesabên xwe bikin û weke ku dixwazin bikar bînin, bi ser neketin. Weke ku hûn dizanîn YNKê berê jî nedixwest dahata Silêmaniyê radestî hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû dahata xwe ku ji sedî 81ê wê ji dahata petrolê pêk tê ji bo mûçeyê karmend û fermanberên Hewlêr, Silêmaniye, Duhok û Helebceyê xerc kiriye.Hikûmetê ji sedî 19ê dahatên ku ji bilî ji çavkaniyên petrolê bi dest dixe ji bo xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê xerc kiriye. Lê YNKê dahatên ku ji bilî petrolê li herêma Silêmaniyê bidest dixe, dolarekî jî nedayê hikûmetê.

Ev helwesta YNKê ji xeynî têkbirina yekitiya Kurdan tu armancê wê tineye. Dema kabîneya 9 a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat avakirin, YNKê ji bo mijarên darayî daxwaza nenavendîbûnê kir. Hikûmetê vê daxwazê qebûl kir, lê îro hewl dan ku xwe rasterast bi navendê ve girêbidin. Ji bo terxankirina bûdceya Silêmaniyê bi rêya peywendiya rasterast bi Bexdayê re kar kirin. Lê me ev lîstik pûç kir.”

“Ti kes nikare Herêma Kurdistanê parçe bike”

Parlamenterê PDKê Şêrwanî diyar kir ku wan destwerdan li guhertinên di madeya 14'an de kirine ku zirarê dide mafên darayî û statuya Herêma Kurdistanê û berdewam kir “Di benda 7emîn a maddeya 14emîn de eger pirsgirêkek di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbikeve dê komîsyonek hevbeş bê avakirin heye. Lê hinek derdoran hewl dan vê nadeyê wekî `Eger di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêk derkeve, hikûmeta Iraqê dikare bûdceya Herêma Kurdistanê qut bike` ferz bikin. Me rê li pesendkirina vê madeyê girt, ku metirsî li ser mafên darayî yên gelê Kurdistanê çêdike.”

Sîpan Şêrwanî diyar kir ku madeyên 13 û 14 ên bûdceyê di versiyona xwe ya dawî de ku heta radeyekê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê garantî kirine û got “Li vir ez dîsa tekez dikim; Tişta ku YNK kir li dijî yasa û destûrê ye ew kiryareke kirêt bû. Lê di serî de PKD bi saya dilsozên gelê Kurd statuya Herêma Kurdistanê tê parastin û ti kes nikare parçe bike.

Herwiha Şêrwanî da zanîn ku PDK dê piştre helwesta xwe ya fermî eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst