Bi hezaran koçberên Libnanî berê xwe da Îraqê: Derî hatin vekirin?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Koçberên Libnanî Îraq Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Îsraîlê dest bi operasyoneke mezin li başûrê Libnanê kir vê carê jî xelkê Libnanê koçber bû.

Bi hezaran koçberên Libnanî gihîştin Bexdaya paytexta Îraqê.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî li ser çûyîna koçberên Libnanî ya Îraqê daxuyanî da.

Mîqdad Mîrî di konferanseke rojnamegeriyê de eşkere kir ku wan heta niha pêşwazî li 5 hezar û 693 koçberên Libnanî kiriye.

Mîrî da zanîn ku ew koçber bi rêya balafirxaneyên Bexda û Necefê gihîştine.

Her wiha Deriyê Sînorî yê Qayimê jî yek ji wan rêyên gihîştina koçberên Libnanî ya Îraqê ye.

Îraqê hêsankarî ji koçberên Libnanî re kirine û biryar daye ku pereyê vîzeyê û rêkarên wergirtina vîzeyê li ser Libnaniyan rake.

Çawa çêbû?

Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişî xaka Îsraîlê kir û herî kêm hezar û 200 kes kuştin ku piraniya wan sivîl bûn û derdora 250 kesî jî dîl girtin.

Îsraîlê jî 8ê Çiriya Pêşîn êrişî Hemasê kir û û piştre ket Xezeyê û şer niha jî didome.

Her wiha Îsraîl û Hizbulaha Libnanê jî ji 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve êrişî hev dikin û şerekî “bikontrol” hebû.

Lê Îsraîlê 17ê Îlonê bi sedan bêtêlên Pagerê yên ku Hizbulah bi kar tîne teqandin.

Her wiha 23yê Îlonê bi sedan caran ji hewayê ve êrişî Libnanê kir û ew êriş heta niha jî berdewam dikin.

Li gorî amarên ku saziyên fermî yên Libnanê didin, ji 17ê Îlonê ve di êrişên Îsraîlê de hezar û 411 kes hatine kuştin ku 104 ji wan zarok û 194 ji wan jî jin in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst