CENTCOM: 4 DAIŞî hatin kuştin, 1 fermandar e

18-10-2024
Nîşan CENTCOM DAIŞ Fermandar Kuştin Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – CENTCOMê ragihand ku hêzên asmanî yên Îraqê 4 DAIŞî kuştine ku yek ji wan fermandar e.

Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan jî alîkariya îstixbarî daye vê operasyona asmanî û got:

“Hêzên asmanî yên Îraqê 14ê Çiriya Pêşîn bi operasyoneke hesas a asmanî 4 endamên rexîstina terorê ya DAIŞê kuştin ku yek ji wan fermandareke payebilind e.”

CENTCOMê destnîşan kir ku ew DAIŞî li bakurrojhilatê Îraqê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, navê wî fermandarî Şehade Salih Ulyawî Bacarî ye lê bi bernavkê Ebu Îsa tê naskirin û li bakurê Îraqê fermandarê herî mezin ê DAIŞê bûye.

Îraqê jî berê ragihandibû ku wan 14ê Çiriya Pêşîn li Kerkûkê 4 DAIŞî kuştine ku ku yek ji wan fermandar e.

Amerîka û Îraqê dawiya tebaxê bi operasyoneke taybet jî 14 DAIŞî kuştibûn ku 4 ji wan fermandar bûn.

2500 leşkerên Amerîkayê li Îraq û Herêma Kurdistanê û 900 leşkerên wê jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.

Ev leşker di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) li van deran in.

Bexda û Washingtonê li hev kiriye ku peywira Koalîsyonê ya li Îraqê sala pêşiya me xelas bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst