Serokwezîrê Îraqê gihîşt Tehranê

06-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îraq Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê gihîşte Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di serdana xwe de dê bi berpirsên pilebilind ên Îranê ew bicive.

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku Mihemed Şiya Sûdanî gihîştiye Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê.

Medyaya fermî ya Îraqê diyar kir ku serdana Sûdanî ya Tehranê dê rojekê berdewam bike û bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û berpirsên din ên wî welatî re pêşhatên li navçeyê gotûbêj bike.

Hat ragihandin ku yek ji mijaran jî şerê Hemas û Îsraîlê û rewşa Xezeyê ye.

Serdana Sûdanî ya Tehranê di çarçoveya geşteke herêmî de ye.

Medyaya fermî ya Îraqê li ser zimanê Şewirmendê Serokwezîrê Îraqê Hîşam Rukanî belav kiriye ku “serdana Sûdanî ya navçeyê di çarçoveya hewlên Îraqê de ye ji bo rawestandina êrişa Îsraîlê ya Filistînê.”

Destpêkirina geşta Sûdanî rojek piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken a Bexdayê hat.

Piştî ku 28ê Çiriya Pêşîna 2022yan wek serokwezîr dest bi kar kir, ev duyem car e ku Sûdanî diçe Komara Îslamî ya Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst