Îraqê 450 milyar dînar şandin Herêma Kurdistanê

02-11-2023
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Mûçe Karmend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Wezareta Darayiyê ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Bexdayê, ji bo mûçeyên karmendan 450 milyar dînar şandine Herêma Kurdistanê.

Wezaretê da zanîn ku karmend dê karibin piştî 4ê mehê mûçeyên xwe yên meha tebaxê wergirin.

Li gorî daxuyaniyê, Îraqê 450 milyar dînar şandine hesabên Hewlêrê yên bankên Al-Rafidain û Al-Rasheedê.

Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz destnîşan kir ku Îraqê 250 milyar dînar şandine hesabê Banka Al-Rasheedê û 200 milyar dînar jî şandine hesabê Banka Al-Rafidainê.

Helkewt Ezîz amaje pê kir ku Wezareta Darayiyê ya Îraqê dê 5ê mehê jî 250 milyar dînarî bişîne hesabê Banka Al-Rafidainê.

Ev demek e ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dibin pirsgirêk.

14ê Îlonê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şandeyek çûbûn Bexdayê û bi rayedarên Îraqî re li ser mijara mûçeyan hevdîtin kiribûn.

Piştî van hevdîtinan Hikûmeta Îraqê biryar dabû ku ji bo mûçeyên 3 mehan 2,4 trilyon dînarî bişîne ji Herêma Kurdistanê re.

Ji bo ku Herêma Kurdistanê karibe mûçeyên karmend û malnişînan bide, pêdiviya wê mehane bi 920-940 milyar dînarî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst