Cilên mankenan li Îraqê bûn rojev

05-10-2023
RÛDAW
Nîşan Roja Neteweyî ya Îraqê Cilên Dekolte Model Îraq Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jinên ku bi cilên dekolte beşdarî çalakiyên “Roja Neteweyî ya Îraqê bûn”, li seranserê Îraqê bûn rojev.

Li paytexta Îraqê bajarê Bexdayê, Roja Neteweyî ya wî welatî bi beşdarbûna jinên model û aktîvîst hat pîrozkirin.

Lê modelên ku bi cilên dekolte beşdarî çalakiyan bûn, li seranserê welat dengvedanek bi xwe re anî.

Siyasetmadar jî tevlî nîqaşan bûn, hinekan ji wan ev rewş wekî “şermê” û “bêrêziyê” bi nav kir.

Endamê Lijneya Medya û Ragihandinê ya Îraqê Mehmûd Rûbayî ev rewş wekî “şermê” û “bêrêziyê” li hemberî Îraqiyan pênase kir.

“Bila lêpirsîn were destpêkirin”

Grûpa Sadiqûn a ku ji Şîeyên tundrew pêk tê jî xwest ku di heqê wan jinan de lêpirsin were destpêkirin.

Parlamenterê Grûpa Sadiqûnê Samîr Dîban ji Rûdawê re got:

“Helbet dê derbarê ew kesên ku ev pîrozbahî li dar xistine û destûr dane, lêpirsîn were destpêkirin. Em ne li dijî wê yekê ne ku dîroka gelê Îraqê û zarokên me bi vê yekê şad bibin lê em li dijî wê yekê ne ku tiştên ku zirerê bidin rûmeta Îraqê bêne nîşandan.”

“Tişteke asayî ye”

Hinek Îraqiyan got ku awayê pîrozbahiyê ne li gorî nirxên civaka wî welatî ne û hinekan jî got ew tiştekê asayî ye.

Heyder Haşimî jî got, “Li vir her kes xwedî nêrîn û têgihiştinê cuda ye. Bi min divê guhertin gav bi gav çêbibin. Nêrîna min a şexsî ew e ku çand pêwîst e û ez di vî warî de gelek guhertinan dibînim.”

Hadî Hisenî jî got, “Ti Îraqî nikare bêje ku ev ne pîrozbahiyeke fermî ye. Hemû Îraqî jî vê yekê dizanin. Bila kesek derkeve pêş û ji me re bêje, ma ev ne cejn e?"

Li gor hinekan ji bo rêgirtina li wan wêneyan, Encûmena Wezîran a Îraqî dikaribû bi kêmanî merasîmek ji bo Roja Neteweyî ya Îraqê li dar bixista.

Derbarê vê mijarê de Ehmed Temîmî jî nêrîna xwe anî ziman û got:

"Divê hikûmet û serokwezîrê Îraqê bi awayê fermî şahiyek hêja ya li gorî navê Îraqê organîze bikira."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst