Mesrûr Barzanî: Divê Îraq garantiyê bide ku careke din komkujiyê nake

25-08-2023
Nîşan Mesrûr Barzanî Enfala Badînanê Komkujî Peyam Îraq Garantî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî got ku “Divê Îraq malbatên qurbaniyên Enfalê qerebû bike garantiyê bide wan ku careke din rûbirûyî komkujiyê nabin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 35emîn salvegera Enfala Badînanê peyamek weşand.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de qurbaniyên Enfala Badînanê bi bîr anîn û got:

“Armanca rejîma berê ya Îraqê komkujî û nehiştina gelê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê bû.”

“Bi sedan gund hatin wêrankirin”

Serokwezîr Barzanî, da zanîn ku ev êriş qanaxa dawî ya Enfalê bû û berdewam kir:

“Bi hezaran kesên bêguneh ên Badînanî hatin kuştin, bi deh hezaran kes koçber bûn, di encama bikaranîna çekên qedexekirî de bi sedan gund hatin wêrankirin û zirareke mezin gihişt herêmê.”

Mesrûr Barzanî, herwiha bi bîr anî ku Madeya 132yan a ku bi qerebûkirina qurbanî û xizmên qurbaniyên Enfal û Rejîma Beasê re pêwendîdar e nayê cîbicîkirin.

"Divê Îraq garantiyê bide"

Serokwezîr di dawiya peyama xwe de amaje pê ki kur divê Îraq garantiyê bidequrbaniyan û got:

“Divê bi taybetî xizmên qurbaniyên rejîma berê ya Îraqê bi awayekî hêja werin qerebûkirin û Îraq garantiyê bide wan ku careke din rûbirûyî komkujiyê nabin.”

Enfala Badînanê

Enfala Badînanê, pêla heştan û qonaxa dawî ya Enfalê ye.

Enfala Badînanê, 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û heta 6ê Îlona 1988an berdewam kir.

Rejîma Beasê, bi Enfala Badînanê re êrişî xelkê li herêmên Amêdî, Dihok, Zaxo, Şêxan, Akrê û Barzanê kir.

Rejîma Beasê, li van herêman komkujiyeke mezin kir ku heta îro jî di dilê gelê Kurdistanê de birîneke kûr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst