Hewlêr (Rûdaw) – Bedevkê Hikûmeta Îraqê, Basim Ewadî ragihand ku wan pabendiyên xwe yên derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê cîbicî kirine.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî li ser hesabê xwe yê Facebookê, derbarê cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya bi Îranê ya têkildarî partiyê Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da.
Basim Ewadî diyar kir ku wan pabendiyên xwe yên wê rêkeftinê cîbicî kirine.
"Divê çek ji wan bên standin"
Basim Ewadî di peyama xwe de got:
Îraqê rêkeftin bi Îranê re îmza kiriye ku tê de hatiye gotin ku divê rê li derbasbûna çekdaran bê girtin û çek ji wan bên standin.
Îran herwiha dibêje bila kesên ku ew dixwazin bêne radestkirin û serbazgehên wan nemînin. Îraqê ew pabendiyên xwe cîbicî kirine.”
Ewadî herwiha destnîşan kir ku girîngtirîn bingeha siyaseta derve ya Îraqê ew e ku nabe ew welat bibe aliyek ji bo ziyangihandina welatên cîran.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê jî got, “Ji bo parastina sînorên Îraqê ji her êrişekê, serweriya me pêwîstî bi lihevtêgihîştina ewlehiyê heye.”
Ev daxuyaniya Ewadî piştî wê yekê hat ku Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew dema bêçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dirêj nakin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî gotibû ku li gorî rêkeftina bi Hikûmeta Îraqê re divê “grûpên dijber” werin bêçekkirin.
Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê 19ê Adara 2023yan li Bexdayê rêkeftineke ewlehiyê îmze kir.
Ew rêkeftin li ser çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bû.
Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî 11ê Tîrmeha 2023yan ragihandibû ku eger Îraq heta dawiya havînê erkên xwe yên bêçekkirina “grûpên dijber” ên Îranê cîbicî neke, dê ew ji berê tundtir êrişî wan bike.
Îranê ji 8ê Îlona 2018an ve, gelek caran baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û malên malbatên wan ên li Başûrê Kurdistanê kirine armanc.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse