Hêzên leşkerî ji Kerkûk û deverên Sunnî vedikişin

05-07-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hêzên Leşkerî Kerkûk Sunnî Enbar Selahedîn Neynewa
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Du sal bi ser bidawîhatina DAIŞê re derbas bûn, lê hêj Kerkûk, Neynewa, Diyale, Selahedîn û Enbar ji aliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ve têne birêvebirin. Lijneya Asayiş û Berevaniya Parlamentoya Iraqê piştî serdanên meydanî yên li wan deveran, bi rêya raportekê ve, ku ji Serokê Parlamentoyê û Serokwezîr re hatiye şandin, daxwaz kirine ku hemû hêzên leşkerî yên li nava bajaran werin dûrxistin û dosyeya ewlehiyê radestî polîsê xwecihî were kirin.

 

Biryarderê Lijneya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî dibêje: “Du lijneyên me yên lêkolînê hebûn, yek ji wan li Kerkûkê û ya din jî li Xaneqînê ku pirsgirêk û aloziya ewlehiyê têde hebûn, yek ji sedeman ew bû ku desthilata leşkerî di nav bajêr de hebû, hêzên cur bi cur li wê derê ne, lewma me gelek eşkere raport cîgir kir ku divê artêş ji bajêr derkeve û divê radestî polîsan were kirin.”

 

Nûnerên Kerkûk, Neynewa, Diyale, Selahedîn û Enbar, ji bilî ku nêzîkî hêzên Şîe ne, li ser wê yekê di heman ramanê de ne, ku divê demildest dosyeya ewlehiyê radestî hêzên xwecihî were kirin, egerna daxwaz kirine ku hêzên nû ji xelkê wan deveran werin avakirin û dosyeya ewlehiyê radestî wan were kirin.

 

Nûnerê Neynewa yê li Parlamentoya Iraqê Nayîf Şemerî dibêje: “Li ser hikûmeta Iraqê pêwîst e ku deriyê nivîsandina navên xwebexşan veke, weke çawa berê jî me gotiye ji bo pêkanîna du lîwayan ku ji xizmên şehîdan û xizmên qurbaniyên destê DAIŞê werin pêkanîn, daku xelkê wan deveran bi xwe erkê parastina xwe li stûyê xwe bigrin.”

 

Tevî guvaşa nûnerên Kerkûk û deverên Sunniyan ji bo radestkirina dosyeya ewlehiyê bo hêzên xwecihî, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ji Rûdawê re diyar kir ku heta vê demê jî ti pêngaveke pratîkî ji bo vekişandina hêzên wan tine ye û ji vê mijarê jî nehatine agahdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst