Bi mûşekan êrişî Balafirgeha Bexdayê hat kirin

4 demjimêr berê
Dema ku mûşek dikeve / Wêne: Ji ber dîmenan
Dema ku mûşek dikeve / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Mûşek Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi mûşekên Katyuşayê êrişî Balafirgeha Bexdayê hat kirin.

Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) ragihand ku mûşekek li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê li cihekî vala ketiye.

INAyê da zanîn ku mûşekek jî li qada parkkirina otomobîlan a Serwîsa Têkoşîna bi Terorê re ketiye.

Hat destnîşankirin ku mirî û birîndar nînin.

Li hêla din, hat gotin ku hêzên ewlehiyê li herêma Amiriyeyê ya Bexdayê di otomobîlekê rampayeke berdana mûşekan dîtiye.

Rayedarên balafirgehê ji Rûdawê re da zanîn ku li balafirgehê pirsgirêka ewlehiyê nîne û sefer berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst