KERKÛK - Gelo leşker ji Taxa Newrozê vekişiyan?

04-01-2024
Nîşan Kerkûk Taxa Newrozê Kurd Leşker Dagirkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Leşkerên Îraqê ev du roj in li Taxa Newrozê ya Kerkûkê bi cih bûne û hewldanên ji bo derketina wan bê encam mane.

Du roj in ku leşkerên Îraqê tevî wesayîtên leşkerî û çekên giran li Taxa Newrozê ya Kerkûkê bi cih bûne û tevgera wan a li taxê berdewam dike.

“Tax bûye leşkergeh”

Mam Fexredîn 20 sal in li vê taxê dijî, sisê caran xaniyê xwe nûjen kiriye û niha jê tê xwestin ku ji vê derê bar bike.

Mam Fexredîn ji Rûdawê re got, “Tax bûye leşkergeh û hewl didin me ji taxê derxin.”

Fexredîn Eliyê ku şêniyekî Taxa Newrozê ye wiha behsa rewşê kir:

“Leşker venekişiyane, wan hinek xanî dagir kirine. Wesayîtên zirxpoş tên û diçin, tax bûye wekî leşkergehekê.

Hejmar li hemû xaniyan dane da ku sibe gazî me bikin û ji me re bêjin, ‘Hûn çima ketine wan xaniyan?’”

“Em ji malên xwe dernakevin”

 Xelkê Taxa Newrozê ji ber van zextên leşkerî kom bû û nerazîbûna xwe nîşan da. Şêniyên taxê dibêjin, “Em ji malên xwe dernakevin û dev ji taxa xwe bernadin.”

“Dixwazin xelkê bi darê zorê naçarî koçê bikin”

Ehmed Sitarê ku li Taxa Newrozê dijî got, “Piştî 16ê Çiriya Pêşîn ev ne cara ewil e ku bi ser me de digirin, wan gelekî hewl da ku bi rêyên qanûnî li dijî me derkevin lê ji destê wan nehat.

Ji ber wê jî niha dixwazin xelkê bi darê zorê naçarî koçê bikin. Em ji wan re dibêjin, xelk vê derê terk nake û ji vê derê naçe.”

Çi bûbû?

Artêşa Îraqê piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn zext û zorê li Kurdên Taxa Newrozê dike ku malên xwe bar bikin lê vê carê asta zextên wan gelekî zêde bûye.

Artêşa Îraqê îdia dike ku ev tax milkê Wezareta Parastinê ya Îraqê ye lê şêniyên taxê dibêjin “Mijar tiştekî din e.”

Li Taxa Newrozê 122 xanî hene ku 172 malbatên Kurd li wan dijîn.

Şêniyên taxê dibêjin ji hatina van leşkeran nîgeran in çimkî beriya hatina van leşkeran jî Îraqê xwestiye wan koçber bike lê ji aliyê qanûnî ve nekariye.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdula doh gotibû, “Serokwezîrê Îraqê ferman da ku leşker ji Taxa Newrozê ya Kerkûkê vekişin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst