Li Îraqê alarm heye: Gelo dê Îsraîl êriş bike?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Îsraîl Şer Yehya Resûl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Îraqê Yehya Resûl li ser îhtimala êrişên Îsraîlê got, "Em bi temamî amade ne ku serweriya Îraqê biparêzin di egera her êrîşeke ji nişka ve."

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Piştî kuştina Hesen Nasralah li Rojhilata Navîn metirsiya berfirehbûna şer her ku diçe zêde dibe.

Li ser vê yekê Îraq jî ket amadebeşiyê.

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Îraqê Yehya Resûl li ser îhtimala êrişên Îsraîlê got:

"Em bi temamî amade ne ku serweriya Îraqê biparêzin di egera her êrîşeke ji nişka ve."

Leşkerên Libnanê ji sînor vedikişin

Li aliyê din, Îsraîl bê navber Libnanê bombebarna dike.

Ji ber metirsiya destpêkirina operasyoneke bejahî ji aliyê Îsraîlê ve, leşkerên Libnanê ji çeperên xwe yên nêzikî sînorê Îsraîlê vekişiyan.

Hate zanîn ku leşkerên Libnanê bi çend kîlometreyan ji sînor dûr ketine.

Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona bejahî de wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê ber bi sînorê Libnanê ve dest bi tevgerê kirine.

Îro danê sibê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant çûbû serdana yekîneyên zirxî yên li bakurê wî welatî kir û amaje bi êrişa bejahî ya li Libnanê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst