Zêdeyî 106 hezar dengên Kurdan di hilbijartinan de şewitîn

20-12-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan Kerkûk Diyale Selahedîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên encumenên parêzgehên Îraq û Kerkûkê de zêdetirî 106 hezar dengên Kurdan şewitîn.

Di hilbijartinên encumenên parêzgehên Îraq de encamên li parêzgehên Kerkûk, Selahedîn, Nînowa û Diyalayê ji bo Kurdan girîngiyeke xwe ya mezin heye.

Hilbijartinên encûmenên parêzgehan li 14 parêzgehên Îraqê û Kerkûkê roja Duşemê hatin kirin û duh encamên demkî hatin ragihandin.

Kurdan ji bo eşkerekirina nasnameya Kurdistanî ya Kerkûk û bajar û navçeyên din ên Kurdistanî girîngiyeke mezin da van hilbijartinan.

Li parêzgehên ku piraniya niştecihên wê Kurd in, ji 75 kursiyan, Kurdan tenê 15 kursî bi dest xistin.

Belavbûna van kursiyan li parêzgehan wiha ye; Kurdan li Kerkûkê 7 kursî bidest xist ku 5 ji wan YNKyê, 2 kursî PDKyê bi dest xistin.

Li Nînowayê (Mûsil) 6 kursî, 4 ji wan Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û 2 jî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi dest xistin.

Herwiha berbijêrên YNKyê kursiyek li Diyalayê û kursiyek jî li Selahedînê bi dest xistin.

Sedemên sereke yên ku Kurdan, di hilbijartinên encumenên parêzgehan de, kêm kursî bi dest xistine, wekî dubendiya di navbera partiyan de û nebûna yekrêziyê tê nîşandan.

Li Kerkûkê zêdetirî 53 hezar dengên Kurdan vala çûn

Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, berjêrên aliyên Kurdî li Kerkûkê 217 û 815 hezar deng wergirtine.

Li gorî encamên destpêkê, lîsteya PDKyê li Kerkûkê, 46 hezar û 749 deng bi dest xistin.

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ku yekem partibû 139 hezar û 373 deng bi dest xistin.

Herwiha Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwê) jî 24 hezar û 620 deng bi dest xistin.

Ji bilî van, Hevpeymaniya Meşaleya Kerkûkê ya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Komeleyê pêk anîne jî 6 hezar û 655 deng bi dest xistin.

Herwiha 377 deng jî çûn ji Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) re.

Lê dengên Nifşê Nû, Hevpeymaniya Meşaleya Kerkûkê û Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê têra wergirtina kursiyan nekir.

Bi vî awayî 53 hezar û 617 dengên Kurdên beşdarî hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê bûne, vala çûn.

Li Diyalayê 16 hezar dengên Kurdan vala çûn

Kurdan li parêzgeha Diyalayê ji 15 kursiyên encûmena parêzgehê tenê yek kursî bi dest xist.

 Berbijêrê YNKyê karî derbasî Encûmena Parêzgehê Diyalayê bibe.

YNK, PDK û PSDK bi sê lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgehê Diyalayê bûn.

Berbijêrê PDKyê li parêzgehê 6 hezar û 804 deng bidest xist lê vê hejmara dengan, têra kursiyekê encûmena parêzgeha Diyaleyê nekir.

PSDKyê jî 133 deng wergirt.

YNKyê 23 hezar û 715 deng bi dest xistin lê li gorî sîstema Santligoyê 9 hezar û 743 dengên YNKyê têra kursiyê duyem nekir.

Di vê rewşê de 16 hezar û 680 dengên Kurdan li vê parêzgehê bi sedema ku bi lîsteya hevbaş beşdarî hilbijartinan nebûn vala çûn.

Dengên Kurdan li Selahedînê

Kurdan di van çend salên dawiyê de her diçe li parêzgeha Selahedînê, di encumena parêzgehê de desthiladariya xwe ji dest daye.

Ji ber ku partiyên Kurdî dizanîbûn ku ew dengên têra xwe wernagirin, bi ser lîsteyên partiyên Ereban ve beşdarî hilbijatinên Encûmena Parêzgeha Selahedînê bûn.

Berbijêrê YNKyê yê di Tifaqa Cemahir Wetaniyê de bi 8 hezar û 448 dengan hat hilbijartin.

Berbijêrê PDKyê ku bi lîsteya Hasmî Wataniyê beşdarî hilbijartinê bû, hezar û 171 deng bi dest xist lê ji ber ku têre nekir ew deng jî vala çûn.

Herwiha berbijêrê Partiya Komunîst a Kurdistanê jî 620 deng standin.

Li parêzgeha Selahedînê bi giştî hezar û 791 dengên Kurdan vala çûn.

Dengên Kurdan li parêzgeha Nînowayê (Mûsil)

Piştî Kerkûkê yek ji girîngtirîn parêzgeha ji Kurdan girîng parêzgeha Nînowayê ye.

Li Nînowayê 4 berbijêrên PDKyê bi 127 hezar û 938 dengan bi ser ketin.

Berbijêrên YNKyê jî ku bi lîsteyaHevpeyvaniya  Ehlî Nînowayê beşdarî hilbijartinan bû û bi 45 hezar û 939 dengan 2 kursî bi dest xistin.

Lê 24 hezar û 325 dengên PDKyê û 9 hezar û 178 dengên YNKyê û 923 dengên PSDKyê vala çûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst