Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Girêjeyê yê bajarokê Seyidsadiqê yê Silêmaniyê 6 kes li mala xwe hatin kuştin.
Her 6 jî bi guleyan hatine kuştin û Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar diyar kir ku "Bi kalaşînkofê hatine kuştin".
Bûyerê şeva borî di navbera saet 23:30 û 00:00ê şevê de rû da.
Hîn bi zelalî nayê zanîn bê ma kujer kî ye lê qala wê tê kirin ku yek ji endamên malbatê kujer e.
Yên ku hatine kuştin dê û bav, du bira û du xwişk in.
Termên wan piştî kar û barên li Tiba Dadî ya Silêmaniyê li gundê wan hatin veşartin.
#WÊNE - SILÊMANÎ - Li gundê Girêjeyê yê bajarokê Seyidsadiqê 6 kes li mala xwe hatin kuştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 20, 2025
📌 Dema term tên veşartin li goristana gund xemgînî heye
📸 Pêşewa Bextiyar - Rûdaw pic.twitter.com/duPyVC1JMF
Kesekî xizmê wê malbatê ji Rûdawê re got:
"Li gorî agahiyên me, di nav malbatê de şer derketiye û ew kuştin jê çêbûye, tiştê ku heta niha em pê dizanin ev e."
Li gorî gotina kes û karên malbatê, "Kurekî wê malê ku li Ewropayê jiyaye, piştî ku vegeriyaye malê ew kuştine û paşê jî xwe kuştiye."
Bavê malbatê ji dilê xwe hatiye emeliyatkirin û nexweşê nava nivînan bûye.
Heya niha sedema rast a bûyerê nayê zanîn û polîsan ti agahiya zelal belav nekiriye.
Navê wan kesên ku di bûyerê de hatine kuştin wiha ne:
Salar Mihemed
Yara Salar
Sîma Salar
Nihayet Qadir Salih
Sehend Salar
Beşîr Salar
#VÎDEO - SILÊMANÎ - Li gundê Girêjeyê yê bajarokê Seyidsadiqê 6 kes li mala xwe hatin kuştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 20, 2025
📌 Termên wan li goristana gund tên veşartin pic.twitter.com/sd7mEaqNTx
Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji Rûdawê re diyar kir, "Kujer ji nava malbatê ye, bi bavê wî re pirsgirêkeke wî ya biçûk hebûye û paşê ev tişt qewimiye."
Serkewt Ehmed daxuyand ku "Kujer çend roj berê ji Ewropayê hatiye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse